Dozger 15 sal ceza ji Hevşaredarê DBP'î Kûrbanoglû re dixwaze 2016-12-28 09:23:51 AMED - Serdozgerê Komarê yê Amedê li Hevşaredarê Yenîşehîrê Selîm Kûrbanoglû bi îdiaya di nav KCD'ê de "Bi awayekî çalak faaliyet meşandine" û "Endamê KCD'ê ye" bi daxwaza 15 sal cezayê girtîgehê doz vekir. Serdozgeriya Komarê ya Amedê, di çarçoveya lêpirsîna arasteyî Kongreya Civaka Demîkratîk (KCD) de, lêpirsîna der barê Hevaredarê Şaredariya Yenîşehîra Amedê Selîm Kûrbanoglû yê di 7'ê kanûnê de hat girtin de temam kir û îddianame amade kir. Di îddianameya ji aliyê 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amed ve hat qebûlkirin de, bi îdiaya "Endamê rêxistina çekdarî ye" der barê Kûrbanoglû de 15 sal cezayê girtîgehê hat xwestin. Wezareta Karên Hundurîn, Kûrbanoglû yê hat girtin û dawiyê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Wanê hat kirin, ji peywirê girtibû û li şûna wî Qaymeqamê Yenîşehîrê wek qeyûm tayîn kiribû. Di temamiya îddianameya 16 rûpelî de KCD wek "organîzasyoneke derqanûnî" hatiye pênasekirin û der barê avakirin, avahî û birêvebirina wê de agahî hatine dayîn. Di îddianameyê de hat diyarkirin ku, Kûrbanoglû di navbera 2011-2013'an de li avahiya KCD'ê beşdarî 7 civînan bûye. Di îddianameya de hat îdiakirin ku, dema biryarên dadgehên bilind, şopandinê hatine kirin, beyanên gumanbar û şahidan bi awayekî temamî tên nirxandin Kurbanoglû, "Di nav KCD a ku wek meclîsa avakar a Kurdistana Xweser tê dîtin de, wek endamekî aktîf faaliyet meşandine û di vê xusûsê de gumnbariyên têrbar bi dest ketine." Her wiha di navbera salên 2009-2016'an de li Amedê beşdarbûna Kûrbanoglû ya 16 daxuyaniyên çapemeniyê, meş, merasîmên cenazeyan jî, di îddianameyê de wek sûc hatin hesibandin. Di îddianameyê de têkildarî van sûcan îfadeya Kûrbanoglû jî cih digire û Kûrbanoglû wiha dibêje: "Ez wek siyasetmedarekî li ser banga partiya siyasî beşdarî hemû çalakiyan bûm. Çalakiyên ez di 2009-2011'an de beşdarî wan bûme, çima niha tên pirsîn, min fêm nekir. Lêpirsînek di ser re 7 sal derbas bûne, çima hatiye rawestandin, min fam nekir." Di îddianameyê de der barê Kûrbanoglû de, beyanên "şahidê nepen" ê bi bernvê "Poyraz" û kesê bi navê Faîk Yeşîltepe jî cih girtin. Di îfadeyan de hat derpêşkirin ku, Kûrbanoglû û Hevşaredarê Şaredariya Peyasê Mehmet Alî Aydin bi hev re çûne Licê û bi awayekî maddî piştevaniya PKK'ê kirine. Wê di mehên pêş de li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, darizandina Kûrbanoglû dest pê bike.