Li Girtîgeha Oltiyê îdiaya kalorîfer naxebitin 2016-12-28 09:24:46 ERZIROM - Li Erziroma ku germahiya hewayê 30 derece di biniya sifirê de ye, jinên girtî yên li Girtîgeha Oltiyê diyar kirin ku, pergala kalorîferê ya girtîgehê xera bûye û li ser vê serî li îdareya girtîgehê dane. Girtiyan îdia kir ku îdareya girtîgeha ev bersiv daye: "Niha budeçeyeke me yî têrbar tune ye, hinekî din jî bisekinin." Li Girtîgeha Tîpa T a Oltiya Erziromê, 18 jinên li girtîgehê dimînin, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê bi rêya parêzerên xwe ragihandin raya giştî. Girtiyên jin diyar kirin ku, bi OHAL'ê re pirsgirêkên pêwendî, tenduristî, hêwirandin û germkirinê zaf zêde bûne û ragihandin ku, ew dem dem rastî heqaretên gardiyanan tên. ‘KALORÎFER NAXEBITIN' Li navçeya ku germahiya hewayê 30 derece di biniya sifirê de ye, girtiyan diyar kir ku, pergala kalorîferê ya girtîgehê xerabe ye û parastin ku, her çiqas wan gelek caran ev rewş ragihandiye îdareya girtîgehê jî, bi meha ye nehatiye çareserkirin. Jinên girtî balê kişandin ser xetereya qefilandinê û îdia kirin ku, îdare wiha bersiva serîlêdana wan daye: "Niha budeçeyeke me yî têrbar tune ye, hinekî din jî bisekinin." BI NOBEDARÎ RADIZÊN Jinên girtî balê kişandin ser pirsgirêkên hêwirandinê yên bi girtinên dawî re zaf zêde bûne û parve kirin ku, girtiyên enxweş jî di nav de, 18 kess li heman qawîşê tên ragirtin. Girtiyan diyar kir ku, hîn jî betanî û ranza ji bo gelek girtiyan nehatiye dayîn û gotin, ew ji neçarî bi nobedarî li ser ranzayan radikevin. ‘SEGBÎS TÊ FERZKIRIN' Girtiyan îdia kir ku, sewqa wan a nexweşxaneyê ji aliyê rêveberiya girtîgehê tê astengkirin û diyar kirin ku, li revîra girtîgehê jî eleqeyeke baş tune ye. Girtiyan ragihand ku, pirtûk, kovar û rojname nayênd ayîn û dest nîşan kirin ku, daxwaza wan î beşdarbûna dadgehê bi hinceta "ewlehiyê" tê redkirin û ji aliyê rêveberiyê ve beşdarbûna SEGBÎS'ê li wan tê ferzkirin.