'Qenciya' qeyûm a ji bo biraziyê Mehdî Eker 2016-12-28 09:26:27 AMED - Qeyûm Cûmalî Atîlla, biraziyê Mehdî Eker, Alî Fûat Eker tayînî Serokatiya Daîreya Çand û Hunerê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir. Qaymeqamê Etîmesgûta Enqereyê Cûmalî Atîlla yê bi fermana Wezareta Karên Hundurîn wek qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, li şûna 22 serokên daîreyan ên kadroya wan betal kir, tayînên nû didomîne. Her wiha Atîlla berê jî, li şûna rêveberiya şaredariyê ya ku tasfiye kiribû xizmên xwe bi cih kiribû. Atîlla yê li şûna serokê daîreyan tayînan dike, biraziyê Parlementerê AK Partiyê Mehdî Eker, Alî Fûat Eker ê ku berê navê wî di lîsteya "VÎP torpîlê" de derbas dibû, tayînî Serokatiya Daîreya Çand û Hunerê kir. Her wiha parvekirinên civaka medyayî yên Alî Fûat Eker ên bi heqaretî li dijî Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş dike jî balê dikêşin. Parlementerê CHP'ê Halûk Koç berê têkidlarî ku AKP'î xizmên xwe bêyî ezmûn tayîn karan dikin de lîsteya "VÎP torpîlê" weşandibû. Di vê lîsteya ku bêyî KPSS'ê wek karmendên dewletê tên tayînkirin de navê Alî Fûat Eker jî hebû. Wezîrê Çandinî û Sewalvaniyê yê wê demê Mehdî Eker, biraziyê xwe Alî Fûat Eker di çarçoveya girtina "karmendên îstîsnaî" de wek muşavîr tayînî Muduriyeta Giştî ya Personel û Prensîban a Serokwezîrtiyê kiribû. Paşê bi kadroya muşavîrtiyê wî li Muduriyeta Bajêr a Çandiniyê peywirdar kiribû. Li vir jî, piştî demeke kurt derbasî Muduriyeta Çand û Turîzmê ya Amedê bûbû. Di lîsteya Koç weşand de, hin xizmên Mehdî Eker ên din jî cih digirtin: Biraziyê wî Mehmet Akîf Eker, dema serdesteyê pispor bû, di sala 2013'an de wek karmend tayînî Muduriyeta Herêma 2'yemîn a Rêyên Bejahiyê hat kirin. Birayê wî Mehmet Metîn Eker, di sala 2013'an de wek Mudurê Giştî yê Têkiliyên Aborî yên Derve yê Wezareta Pêşketinê hat tayînkirin. Xwarzîka wî Gulsum Tanrikûlû Goze, di sala 2011'an de li Wezareta Zexîre, Çandinî û Sewalvaniyê wek baytar dest bi kar kir. Kekê wî Ahmet Eker, di sala 2010'an de wek Alîgirê Mudurê Muduriyeta Giştî ya Karên Meteorolojiyê ya Wezareta Hawirdor û Daristanê hat tayînkirin.