Kampanyaya 'DIRÊJNEKE' ya OHAL'ê dê xwe bigihîne her kesî 2016-12-28 09:26:59 STENBOL- Kampanyaya "DIRÊJNEKE" ya ji aliyê Meclîsa Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) ji bo rakirina OHAL'ê hat destpêkirin, bi lez û bez didome. DÎB a li gelek deverên Tirkiyeyê bi derdorên cuda re hat gel hev, li Stenbolê wê ewil bi ciwanan re, dawiyê jî bi her derdorê re were gel hev. Kampanyaya "DIRÊJNEKE" a ji aliyê Meclîsa Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) li ser medyaya civakî hat ragihandin û bi daxwaza "Bila OHAL rabe, Biryarnameyên di Hukmên Qanûnan de rawestin" hat destpêkirin, bi hemû lez û beza xwe didome. Endamên DÎB'ê ewil li gelek deverên Tirkiyeyê bi ciwanan re hatin gel hev û di van hevdîtinan de mexdûriyetên bi OHAL'ê re xwe dan der vegotin. Piştî ciwanan hedefa DÎB'ê ew e ku bi jinan re werin gel hev û paşê xwe bigihînin hemû derdorên civakê. Endama DÎB'ê û Parlementera CHP'ê ya berê Melda Onûr der barê xebatên dikin de agahî dan. Onûr diyar kir ku, di serî de jin, ew ê xwe bigihînin hemû kêmariyên civakê û xwest her kes piştevaniya kampanyayê bike. ‘OHAL Û KHK ŞIDETÊ ZÊDE DIKIN' Onûr dest nîşan kir ku, yekem hedefa kampanyaya DÎB'ê ew e ku, jiholêrakirina mexdûriyetên bi OHAL û KHK'yan xwe dane der û wiha got: "Dirêjkirinên OHAL'ê bû sedema gelek mexdûriyetan û bi tu awayî pirsgirêka bingehîn a welat çareser nekir. KHK jî wisa. Ji xwe tu têkiliya KHK'yan bi OHAL'ê re tune ye. KHK'yeke bi hawirdorê re, bi bajar re eleqedar, wê bi derbeyê re têkiliyeke wê yî çawa hebe. Bi her awayî derbe tê bikaranîn û mudaxileyî qadên cuda tê kirin. Me kampanyeyeke ku em ê vana hemûyan raxînin ber çavan da destpêkirin." Onûr diyar kir ku, wan ji ber vê bi dirûşmeya "DIRÊJNEKE" kampanya daye destpêkirin û wiha ragihand: "A rast dema me dest bi kampanyaya 'DIRÊJNEKE' OHAL'ê kir, li welat çalakiyên zaf şidetî pêk hatin. Li Aliyekî Beşîktaş, Qeyserî û gelekê din. Wê kêliyê dikarin ji me re vê jî bibêjin, em ê çawa OHAL'ê dirêj nekin. A rast, OHAL û KHK'yên bi vî rengî şidetê asteng nakin. Berkesê vê, zêdetir dikin. Divê bê gotin, nexwe rêya vê ne ev e." HEDEFA DIN SEROKATÎ YE Onûr anî ziman ku, cihê ku kampanyaya wan dê herê referandûm e û wiha got: "Em ê Tirkiyeyê bibin kuderê. Pêvajoya serokatiyê ya me fêm nekiriye û tu daxuyaniyeke wê yî bi mantiq a ji bo çi tê kirin jî nehatiye dayîn. Hêviya me ew e ku em ê vê jî, bi vê kampanyayê bidomînin." Onûr diyar kir ku, wan çend roj berê bi ciwanan re hevdîtinek pêk aniye û dest nîşan kir ku, wan di vê hevdîtinê de fam kiriye ku divê ew di DÎB'ê de bêtir cih bidin ciwanan û wiha got: "Nexwe di xebatên DÎB'ê de me xwe zaf negihandiye ciwanan. A rast em di ferqa vêd e bûn, lê me dikir û nedir rêya vê nedidît. Yanî avahiyên me yî xwendekaran yên cidî tune bûn. Ez wê şênberiyê di mêjiyê wan de fêm dikim." Her wiha Onûr diyar kir ku, ew ê di rojên pêş de bi ciwanan re civînan li dar bixin. WÊ XWE BIGIHÎNIN HEMÛ DERDORAN Onûr dest nîşan kir ku, di serî de jin ew ê xwe bigihînin gelek derdoran û wiha got: "Jinên ku wek kêmar tên dîtin, komên LGBTÎ, mexdûrên mafên wan î bajar û bejhaiyî tên binpêkirin, komên tenduristiyê, perwerdehiyê û hwd. em ê hevdîtinên xwe bidomînin. Ev hemû divêtiyên demokrasiyê, yekîtiyê ne, lê ev dînamîk ji hev qut bûne û dema em wan bînin gel hev, wê demê mirov wê karibe behsa îradeyekê bike. Heke em hîn jî behsa demokrasiyê dikin, nexwe mafekî me yî demokratîk e." Onûr bang li her kesî kir ku, da li ser civaka medyayî û li her derî kampanyaya wan vebêjin.