Hevparên KCD'ê: Dewlet bi operasyonên KCD’ê hebûna xwe didomîne 2016-12-28 10:45:15 AMED - Rêxistin û partiyên di bin sîvana KCD’ê de bertek nîşanî operasyonan da û diyar kirin ku dewlet bi operasyonên li dijî KCD'ê hebûna didomîne. Bertek û nerazîbûnên tekîldarî operasyonên li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û binçavkirina hevseroka berê Aysel Tugluk û endamên dîwana KCD’ê her diçe zêde dibe. Saziyên sivîl, rêxistinên siyasî û saziyên baweriyan yên di bin sîvana KCD’ê kar û xebat din meşandin nerazîbûnên xwe yên li hemberî operasyonan nîşan dan. ‘DEWLET ÇARESERIYÊ DI OPERASYONAN DE DIBÎNE’ Rêberê Dêra Rûhanî ya Ahmet Guvener anî ziman ku binçavkirinên li hemberî siyasetmedarên kurd pêvajoyê tengav dike û got dive şûna operasyonan riya çareseriyê axaftine. Guvener bi lêv kir ku dewlet îro çareserî bi operasyonên li hemberî siyaseta kurd re dibîne û wiha axivî: “Encamên operasyonan dê pêşerojê giran bûha derkeve pêşberî dewletê. Binçavkirin û girtina siyasetmedarên kurd nayê qebûl kirin. Dive pêşiya siyasetê vekirîbe. Ji ber ku şkestinên mezin çêdibe.” ‘ÇIMA KCD ÎRO HEDEF TÊ GIRTIN?’ Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulşen Ozer diyar kir ku bi operasyonan dixwazin KCD’ê îllegalîze bikin û wiha got: “Dixwazin siyasetê bifetisênin. KCD ji sala 2007’an ve siyasetê dimeşîne û çima îro di çarçevoya ‘terorê’ de tê nîşandan. Ev encama polîtîkayên hikumetê ye. Armanc bêdeng kirina gelê kurd û gelên bindest e.” ‘KCD BI DEWLETÊ RE GELEK CARAN HEVDÎTIN PÊK ANIYE’ Serokê ESP’ê ya Amedê Ramazan Karakaya jî destnîşan kir ku KCD siyaseta demokratîk dimeşîne û ev tişt got: “Sazî û rêxistinên bi destûra dewletê hatî vekirin îro bûn hedef. Ji ber ku KCD ji aliyê dewletê ve mûxatap jî hatiye qebûlkirin û gelek caran bi dewletê re hevdîtin pêk aniye. Îro jî îllegalîze tê nîşandan û operasyon tê lidarxistin. Ev yek nayê qebûl kirin.” ‘KIRYARÊN ANTÎ DEMOKRATÎK GIHIŞT ASTA HERÎ JOR’ Serokê Giştî ya HAK-PAR’ê Refîk Karakoç jî anî ziman ku li Tirkiyê kiryarên antîdemokratîk gihiştiye asta herî jor û wiha berdewam kir: “Dive hemû beşên civakê li hemberî operasyonan sekna xwe nîşan bidin. Em ê jî li hemberî polîtîkayên dû milî yên li heremê tê meşandin bertekên xwe nîşan bidîn. Ji ber ku azadiya fikr û ramanan li holê ye. Heger her kesên biaxive û binîvîse bê girtin encam dê xetere bi. Ev polîtîka ji aştiyê re xizmetê nake.”