'Em gelê xwe û mafên wan diparêzin' 2016-12-28 10:53:16 REQA - Ji şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryanan (Sutora) ya di refên pêş ên operasyona Reqayê de şer dike Nînos Yelda wiha got: "Em ji bo ku gelê xwe û mafên wan biparêzin hewl didin." Yek ji refên pêş ên di operasyona Reqayê ya "Xezeba Firatê" ya ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hatiye destpêkirin de şer dike jî Meclîse Leşkerî ya Suryanan (Sutora) e. Ji şervanên Sutoro Nînos Yelda diyar kir ku ew ji bo xwe biparêzin şer dikin. Yelda anî ziman ku bi sedan salan e ji qatlîam û qirkirinê tên derbaskirin, hem li Iraqê hem jî li Sûriyeyê rastî êdîşên DAIŞ'ê mane, li Sûriyeyê bi têkoşîna ku bi pêşengiya kurdan ve hatiye destpêkirin xwe rêxistin kirine û derfetên xwe bikarabin xwe biparêzin dîtine. Yelda destnîşan kir ku di şerên Tîl Temîr û Hesekê de cih girtine di şerde şervanên suryan û asûrî jî jiyana xwe ji dest dane. Yelda wiha axivî: "Em hewl didin ku gelên xwe û mafên wan biparêzin. Hemû gel di vî şerî de cihê xwe digirin." Yelda got ku gel û baweriyên cuda li hemberî bangawiziyên wan bêdeng nemane, di şer de cihê xwe girtine ji bo azadkirina axa xwe têkoşîna xwe didomîmim û ew ê serkeftinê diyarî gelan bikin.