Ferhat Encu: Ger em miriyên li ser pişta hêstiran ji bîr bikin bila dilê me hişk bibe 2016-12-28 11:48:49 ENEQERE - Parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu yê girtî ye bi munasebeta 5'emîn salvegera qatlîama Roboskê peyama "Yên ku ev qatlîam kirin hê jî di îxtidarê de ne ji ber ku vî welatî bi rêve dibin dê bên cezakirin. Heke em miriyên li ser pişta hêstiran ji bîr bikin bila dilê me hişk bibe" da. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu yê ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê girtîye bi munasebeta 5'emîn salvegera qatlîama Roboskê de ji bo malbatên Roboskê peyamek şand. Encu di peyama ku bi riya parêzerên xwe re şan de wiha got: "Çi heyf e ku yên ku ev qatlîam kirin hê jî li vî welatî bi rêve dibin, hûn û yên ku piştevaniyê didin we tên cezakirin." Encu di berdewama peyema xwe de wiha got: "Gelê me yê bi rûmet, gelê Roboskê yêh hêja û dayikên min ê Roboskê yên dilê wan tijî êş ez we hemûyan silav dikim. Ji 28'ê kanûna 2011'an heta niha li ser 34 canên me yên hatin qetilkirin tam 5 sal derbas bû. Kiryarên vî qatlîamê hatin parastin. der barê yek kesî de jî doz nehatiye vekirin. 5 sal in ji bo ku kiryarên qatlîamê bên cezakirin we fedakariyekî mezin nîşan da. Yên ku ev qatlîam kirin hê jî li vî welatî bi rêve dibin, hûn û yên ku piştevaniyê didin we tên cezakirin. 'ME DU TIŞT XWEST' Dayik, xwîşk-bira, ap û gelê me yên hêja; Di têkolîna xwe ya 5 salan de me du tişt xwest; ji bo ku Roboskiyên nû nebin kiryar bên cezakirin û ev axa ku gelek Roboskê tên jiyîn aştiyekî bi rûmet û mayînde pêk bê. Lê hê jî mirin, xwîn, rondikên çavan û talan heye li dijî gelê kurd, bindestan polîtîkaya şer tê meşandin. 'EM Ê PARASTINA AŞTIYÊ BIDOMÎNIN' Em ê li vî axê li dijî polîtîkayên îmha û înkarê demokrasî, edalet, bihevre jiyanê û aştiyê biparêzin. Dİbe ku me bikin girtîgehan, dibe ku bijarteyên vî gelî dîl bigirin. Dibe ku îradeya gelê me tune bihesibînin. Lê em ê hêviyên xwe winda nekin, li ber xwe bidin û ya ku bi ser keve dê têkoşîna bi rûmet a gelan be. Ez bi van hestan di şexê 34 birayên xwe de mirovên me yên ku li ser vî axê jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînim, we hemûyan bi hezkirinên xwe hembêz dikim. Heke em miriyên li ser hêstiran ji bir bîkin bila dilê me hişk bibe."