'Ger ku Ataturk hûn kuştinbûna doza Lîcê nedihat dîtin' 2016-11-17 14:03:03 ÎZMÎR - 8'emîn rûniştina doza komkujiya Lîcê ku di sala 1993'an de di êrîşa leşkeran de 16 welatiyan jiyana xwe ji dest dan li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmirê bê bersûc hat dîtin. Şahid Etem Ozer diyar kir ku leşkerê wê demê gotibû "Ger ku Ataturk hûn kuştibûna dê îro ev doz nehata dîtin." 8'emîn rûniştina Doza Lîcê ku di sala 1993'an de li Lîcê 16 kes di êrîşa leşkeran de jiyana xwe ji dest dan li 1'enîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmirê hat dîtin. Di rûniştina dozê de dîsa bersûc beşdarî dozê nebûn. Di rûniştina dozê de Parlamenterê HDP'ê Erol Dora û Hevserokê HDP'ê yê Îzmirê Mahfuz Guleryuz û parêzerên mexduran amade bûn. Bersûc beşdarî rûniştina dozê nebûn. Heyeta dadgehê di rûniştina dozê de diyar kir ku wan li îfadeya şahidan guhdar kirine û dîmen ji TRT girtine û piştre li îfadeya şahidan guhdar kir. Şahid Etem Ozer, diyar kir ku roja bûyerê saet di 08:40'an de bûyer derket û wiha got: "Di navbera mala min û cendirmeyan de 400 metre heye. Li ser rê mirov hebûn. Leşkeran ew şiyar dikirin û digot "Biçin malên xwe dê şer derkeve. Ez jî ber bi malê ve çûm. Leşkerekî got 'Biçe mala xwe dê gavek din şer derkeve.' Dema ez çûm mala xwe dengê çekan hat. Heta êvarê dengê çekan bilind bû. 'Ger di serdema Ataturk de hûn kuştibûna ev pêk nedihatin' Ozer, da zanîn ku dema êrîş pêk hat leşkeran neheqî û çêr li wan dikir û wiha berdewam kir: "Leşkerekî payebilind wê demê got 'Têkevin mala van bê şeref û zarokên 'O' yan. Bişewitînin. Tu carek din bi axive ez dê gule berdim serê te.' û gef li min xwarin. Min got mamê min leşkerê Mustafa Kemal bû. Lê leşker got 'Ger ku wê demê Ataturk hûn tev kuştibûna îro ev bûyer pêk nedihat. Leşkeran piştre gel li qadê kom kirin û mal şewitandin. Min dît ku leşker ketin malan û xanî şewitandin. talan kirin û wêrankirin. Min xwest destûr nedim şewitandina xaniyan. Wêneyê min lê li malê daliqandî nişanî min dan û gotin 'Em ji ber vî wêneyê te yê leşkeriyê xaniyê te naşewitînin. Min berî bûyerê û piştî bûyerê kesên bi cilên pêşmerge nedît." ‘RAYEDARÊN CEMAWERIYÊ JÎ SÛCDAR IN' Piştî îfadeya şahidan Prz. Gul Kireçkaya jî anî ziman ku rayedarên cemaweriyê jî sucdar in û wiha got: "Heta niha tenê der barê 2 kesan de doz hat vekirin. Îfadeyên şahidan esas nehatin girtin. Divê qeydên PTT'a Lîcê ya wê demê bên lêkolînkirin. Kargoyên wê demê hatin şandin divê bên lêkolinkirin" Lê heyeta dadgehê ev daxwaza parêzer red kir. Mexdûrê din jî mafê axaftinê girt û xwest berpirsiyar bên darizandin. Dozger jî xwest kêmasiyên di dosyayê de hene bên temamkirin. Heyeta dadgehê doz taloq kir DOZ TALOQ KIR Heyeta dadgehê jî piştî navber da rûniştinê birê îfade û daxwazan de doz taloqî 16'ê Sibata 2017'an kir. Parlamenterê HDP'ê Erol Dora jî anî ziman ku ew dê dozê bişopînin û şopdarê dozê bin.