Necmiye Alpay: Li ser vî axê bi salan e piştevanî heye 2016-12-29 15:42:17 STENBOL - Zimanzan Necmiye Alpay a di doza Ozgur Gundemê ya hat girtin de parastina xwe kir bal kişand li ser piştevaniyê û wiha got: "Dema ku yekem car ji Yaşar Kemal re doz hate vekirin gotina 'em hezar kes heman sûcî dikin' bi kar anî. Li vî axê bi salan e piştevanî heye." Di doza rojnameya Ozgur Gundemê ya hat girtin de piştî Asli Erdogan zimanzan Necmiye Alpay parastina xwe kir. Di parastina Necmiye Alpay de hin xal wiha ne: "Di dozê de 4 meh in girtî me. Ev înfazekî bêdaraz e. Çima? Ez dixwazim vebêjim. Metn 3 parçe ye. Rojname, rêxistina çekdarî, bersûc. Lê di navbera 3 parçeyên metnê de min tu têkîlî nedît. Dema ku ji bo endamtiya lijneya şewirmendiyê daxwaz hat ev di çarçoveya azadiya weşangeriyê de hat kirin. Wekî ku Voltaireyê gotiye... 'ez tevlî fîkran dibe ku nebim lê ji bo ku hûn bikaribin wan îfade bikin ez ê her tiştî bikim'. Piştenvaniya min a bi Gundemê re di çarçoveya vî fîkrê de bû. Dema ku yekem car der barê Yaşar Kemal de doz hate vekirin wî gotina 'em hezar kes heman sûcî dikin' bi kar anî. Li vî axê piştevanî bi salan e heye. Min raye bi kar neanî, min bi rêve nebir, nehatim bi rêvebirin. 4 meh in girtî me û ev ne rehet e. Jiyana min wekî bi bivirê ve bû du parçe. Ez enhatim girtin." Li ser pirsa heyeta dadgehê ya "tu bixew teslîm bûy" bersiva "teslîm bûm nerast e, min îfade da" da. 'ÎDIANAME RAZBER Û PÊŞDARAZ E' Alpay di berdewama parastina xwe de wiha axivî: "Di îdianameyê de tiştekî ku şenber tuneye, tiştên razber hene. Îdianame bi pêşdaraziyê hatiye nivîsandin. Dozger bi zanebûn biryara 'rojname weşana rêxistina çekdarî ye' daye, Sûcdarikirên li hemberî me jî bi vî rengî hatiye kirin. Ji bo pirtûk û rojnameyan hatiye gotin hatin bidestxistin divê êdî ev gotin bên terikandin. Gotina pirtûk hatin bidestxistin demên xirab tîne bîra mirovan. 12'ê Îlonê. Divê êdî dev ji vî gotinê berdin." Piştî parastina Necmiye Alpay parêzer Eren Keskîn dest bi parastinê kir.