Endamê MYK a DBP'ê Akdogan hat binçavkirin 2016-12-29 16:55:17 AMED - Endamê MYK a DBP'ê Salîh Akdogan û xebatkarê Navenda Giştî ya DBP'ê Ahmet Karaagaç hatin binçavkirin. Endamê MYK a DBP'ê Salîh Akdogan û xebatkarê Navenda Giştî ya DBP'ê Ahmet Karaagaç dema ku ji avahiya rêxistina DBP'ê ya Amedê derketin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina Akdogan û Karaagaç nehat hînbûn. Siyasetmedarên hatin binçavkirin birin Emniyeta Amedê.