Nabên zivistan, berf û baran e tim li kuçeyan e 2016-12-30 09:23:38 WAN - Jin û zarokên, tim li ber ronahiyên trafîkê, firin, aşpêj an jî mexazeyên mezin rûdinên; nabên zivistan, berf, baran û serma ye, heta derengê şevê parsê dikin. Li Wan a ku, germahiya hewayê 20 derece di biniya sifirê de ye, li her kuçe û kolanî bi dehan jin, zarok û extiyar parsê dikin. Bi taybetî jin û zarok ên xaçerêyan hildibijêrin, hem jiyana xwe hem jî ya ajokaran dixin talûkeyê. Jin û zarokên ku wek ên ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê reviyane, li kuçeyên bajêr rastî xetere û îstismaran tên. DI BERF, BARAN Û SEQEMIYÊ DE PARSÊ DIKIN Parsekên li her kuçeyên bajêr li ber çavan dikevin, herî zêde li xaçerêya Cûmhûriyet, Mereş û Beşyolê ne. Li Kolana Cûmhûriyetê jineke ku li ser zemîneke wek qeşayê rûniştiye, di hemêza wê de zarokeke wê yî ling tazî raza ye ji sibehê heta êvarê parsê dike. Zaroka di hembêza wê de, li gel qelebalixiya hawirdor û mirovan jî her radizê. PEYVÊN SÛRIYE Û HELEBÊ BI KAR TÎNIN Li Kolana Mereşê, 2 zarokên keç ji ber sermayê milê wan ji hal ketine. Betaniyek pembe avêtine ser xwe û li gel wê çiplaqiya lingê xwe jî rûniştine û li ser peyarêya wek qeşayê ji kesên diçin û tên pereyan dixwazin. Li pêş van her du zarokan, zarokek keç a din heye. Lingê wên jî tazî ne û li ser qartonekê xwe dirêj kiriye. Parsekên ku bala kesên diçin û tên dikêşin, bi piranî dema pereyan dixwazin di nav axaftinên wan de peyvên Sûriye û Helebê derbas dibin. HETA DERENGÊ ŞEVÊ PARSÊ DIKIN Jin û zarokên, tim li ber ronahiyên trafîkê, firin, aşpêj an jî mexazeyên mezin rûdinên; nabên zivistan, berf, baran û serma ye, heta derengê şevê parsê dikin. ‘PARSEKÎ SEKTOREK E' Serokê Daîreya Zabiteyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Selîm Bozyîgît balê kişand ser îstîsmara bi parsekiyê xwe dide der. Bozyîgît diyar kir ku, pêdivî bi sererastkirinên zagonî yên dê parsekiyê asteng bikin heye û anî ziman ku, parsekiya li bajêr veguheriye sektorekê. Bozyîgît anî ziman ku, li ser kesekî/e parsê dike herî zêde 5 TL dertê û wiha behsa vê rewşê kir: "Ji bo parsekî bê astengkirin, zabite her tim mudaxileyan dikin. Li vir sûriyeyiyên rasteqîn û an jî kesên pêdiviya wan bi alîkariyê heye parsê ankin. 40-50 malbatên ji Hatay, Riha, Dîlokê hatine vî karî dikin. Kesên wesayîtên luks di bin wan de ne, sibehê jin û zarokan tînin li i xaçerêyan datînin. Gelek caran me dîtiye, ya em wan datînin otogarê yan jî em wan dişînin bajarên wan, lê dîsa tên. Hûn li ser parsekekî herî zêde ji bilî 5 TL'yî pereryan nabînin, çimkî pereyên berhev dikin, kesên wan dagir dikin tên ji wan werdigirin. Şi her derê bajêr mirov rastî wan tê, çimkî bi awayekî organîzeyî dixebitin." ‘DIVÊ LI HER BAJARÎ NAVENDEKE TÎMARÊ HEBE' Bozyîgît dest nîşan kir ku, herî zêde jin û zarok tên dagirkirin û got, ji bo pêşî li vê bê girtin, divê li her bajarî navendên tîmarê bên avakirin û li van deran ev kes bên perwerde kirin û qada îstihdamê ji wan re bê vekirin.