Qedexeya li 12 gundan hat rakirin 2016-12-30 11:03:35 AMED- Qedexeya derketina derve ya ku 12 gundên navçeyên Licê, Hezro û Karazê hatibû îlankirin, hat rakirin. Ji aliyê Walîtiya Amedê ve li 12 gundên navçeyên Licê, Hezro û Karazê yên Amedê qedexeya derketina derve ya hatibû îlankirin saet di 05.00'an de hate rakirin. Di daxuyaniya ku ji aliyê walîtiyê ve hat dayîn de hate gotin ku operasyona leşkerî ya hatiye destpêkirin jî jî bi dawî bûye.