Bombe avêtin malek li Wanê: Kesek mir kesek birîndar bû 2016-12-30 11:09:17 WAN - Kesên nediyar şevê din li taxa Cevdet Paşa ya Rêya Armûşê ya Wanê bombeyek avêtin malekê. Di êrîşa li dijî malê de kesek mir û kesek birîndar bû. Hat zanîn ku şevê din saet di 02.30'an de kesên nasnameya wan nediyar li taxa Cevdet Paşa ya Rêya Armûşê ya Wanê bombeyek avêtin mala C.O. Di êrîşa li dijî malê de kesek mir û kesek birîndar bû. Kesên nasnameya wan nediyar cama odeya C.O. ya razanê şikandin û bombeya destan avêtin hundir. C.O., di êrîşê de birîndar bû û rakirin nexweşxaneya Lêkolîn û perwerdehiyê. C.O.' li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û hevsera wî M.O. jî birîndar bû. Hat zanîn ku C.O. ku jiyana xwe ji dest da, serê sibê hat definkirin.