Ezîdiyên Şengalê niha jî bi fermana Qeyûmê re rû bi rû ne 2016-12-30 11:46:28 AMED - Êzîdiyên rastî ferman û êrîşa DAIŞ'ê hatin û ji Şengalê hatin Amedê, niha jî bi fermana qeyûmê Amedê re rû bi rû ne. 300 hezar êzîdiyên Şengalê ku di sala 2014'an de rastî êrîş û fermana DAIŞ'ê hatin, berê xwe dan çiyayê Şengalê û bajarên derdorê bi cih bûn. Nêzî 6 hezar êzîdiyên ku berê xwe dan Amedê, li Kampa Fidanlikê ya Yenîşehîra Amedê bi cih bûn. Êzîdiyên ku heta niha 74 caran rastî êrîş û fermanan hatin, herî dawî ji aliyê endamên HPG’ê ve hatin parastin. Hin êzîdî hatin Amedê û hin êzîdi jî koçî welatên ewropayê kirin. Bi hezaran welatiyên Şengalê jî di kampên AFAD'ê de dimînin. Êzîdiyên hatin li Kampa Fidanlikê ya Yenîşehîrê bi cih bûn, niha rastî zextên qeyûmê Amedê tên. Êzîdiyên ku heta niha şaredariyên DBP'î alîkarî û piştevaniya wan dikir, piştî qeyûm tayînî şaredariyan hat kirin ji cih û warên xwe tên koçberkirin. Parlamentera êzidî ya HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca têkildarî rewşa Êzîdiyan pirsname da meclîsê û xwest polîtîkayên li ser kampê tên meşandin bên aşkerikirin. Bi hezaran Êzîdiyên kampê rastî zextan dimînin. Şaredarî dixwaze kampê vala bike û Êzîdiyan bişîne kampên AFAD'ê. Êzidiyên ji vê planê bêzar dibin bertekên xwe anîn ziman. Êzidiyên ku ji cih û warên xwe qut bibin dê neçar bimînin ku berê xwe bidin ewropayê. Qeyûmê tayînî Şaredariya Yenişehîrê hat kirin, bi rayedarên AFAD'ê re çûn kampê û bi penaberên Êzîdî yên kampê re civîn pêk anîn. Hat zanîn ku ji Êzîdiyan xwestine ku wan bişînin kampên Midyat û Nisêbînê yên AFAD'ê. Hat zanîn ku berî Êzîdiyan bişînin kampan, rayedarên AFAD'ê kamp xistine bin kontrolê. BI AWAYEKÎ FÎLÎ KAMP DEWÎ AFADÊ KIRINE Hat zanîn ku rayedarên AFAD'ê hatin kamp ziyaret kirin û xwestin wan bişînin kampên din ên AFAD'ê. Êzidiyên ku ji herema Federal a Kurdistanê di ser gundê Roboskê re hatin bakur, naxwazin di kampên AFAD'ê de bimînin. Hat zanîn ku niha bi awayeki fîlî kamp xistine kontrola AFAD'ê û destur nadin xebatkarên çapemeniyê têkevin kampê. Welatiyên Ezidî diyar kirin ku heta niha 74 ferman bi serê wan de hat û qeyûm dixwaze fermanek din bi serê wan de bîne. Welatiyan anîn ziman ku ew naxwazin wekî koçber bijîn û dixwazin wekî mirovan li cihekî mayinde bijîn. Welatiyên Êzîdî, anîn ziman ku heta Şengal ji gefên DAIŞ'ê paqij nebe nikarin biçin Şengalê û piştî Şengal ji DAIŞ'ê paqij bibe dixwazin vegerin Şengalê.