Emniyeta Enqereyê kete alarmê: Berfemêr a li ber avahiya HDP'ê 2 caran xira kirin 2016-12-30 12:53:52 ENQERE - Xebatkarên Navenda Giştî ya HDP'ê barîna berfê wekî fersend dîtin û li ber avahiyê berfemêrek çêkirin, Ev di emniyetê de bû sedema krîzê. Berfemêra li ber avahiyê ewil bi hinceta peyarêyê dagir dike hate xirakirin, piştre berfemêra li baxçeyê avahiyê hat çêkirin vê carê jî bi hinceta "nîşaneya serkeftinê heye" hat xirakirin. Xebatkarên Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serê sibehê barîna berfê wekî fersend dîtin û li ber avahiyê berfemêrek çêkirin. Piştî demeke kin polîsê hatin avahî dorpêçkirin bi hinceta "peyarê hatiye dagirkirin" berfemêr xira kirin. Xebatkarên HDP'ê vê carê jî li baxçeyê avahiyê berfemêr çêkirin. Polîsan vê carê jî bi hinceka berfemêr nîşaneya serkeftinê dike xira kirin. 3 polîsên çewîk ên wêneyê berfemêra li baxçeyê avahiyê kişandin bi bêtelê rewş ji amîrên xwe re ragihandin. Piştî demekî 2 polîsên sivîl hatin baxçeyê HDP'ê û berfemêra ku bi destê xwe yê çepê nîşaneya serkeftinê dike û kulma xwe ya rastê rakiriye xira kirin. Ji ber ku xebatkarên Navenda Giştî ya HDP'ê li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşanda polîsan bi gotina "gilî heye" xwe parast in û gotin ji ber vê yekê xira kirine.