Destê girtîyên Afyonkarahisarê mohr dikin 2016-12-30 14:47:50 EDENE - Girtiyê Girtigeha Tîpa E ya Afyonkarahisarê Osman Erbek, diyar kir ku dema derketine hewşê hewê bistînin mohr li dersê wan xistine û piştre derxistine, Erbek, xwest cemaweri li hemberî van bêkanînan dengê xwe bilind bikin. Girtiyên Girtîgeha Tîpa E ya Afyonkarahîsarê diyar kirin ku zextên li ser wan zêde dibe û ji raya giştî xwestin li hemberî vê yekê hestiyar tev bigerin. Girtiyê Girtîgeha Afyonkarahîsarê Osman Erbek, bi riya telefonê li bavê yê Resul Erbek ê li Edeneyê geriya û diyar kir ku dema derdikevin hewşê û hewê distînin rayedarên girtigehê destê wan mohr dike û wan deq dike. Bavê Osman Resûl Erbek anî ziman ku li gel kurê wî Osman Erbek, girtiyên bi navê Ridvan Damar, Mervan Dag, M.Ali Kaya, Yakup Dogan, Aydin Deger, Yusuf Erkek, Baran Temel, Vedat Balli M.Ali Gokçe jî girtî ne. Bav Erbek, anî ziman ku kurê wî bi zextên mezin re rû bi rû ne û wiha got: "Kurê min got dema derdikevin hewşê û dixwazin hewê bistînin mohrê li destê wan dixe. Anî ziman ku rojnameyan nadin wan û tenê rojnameyên tirkî yên nêzî îktîdarê didin wan. Kurê min xwest hemû raya giştî li hemberî van zext binpêkirinên mafên mirovan hestiyar tev bigerin.