Ji bo rojnamegerên girtî meşa bêdeng 2016-11-17 15:25:31 STENBOL- Li Fuara Pirtûkan a Stenbolê ya Navneteweyî endamên "Însiyatîfa Ez Rojnameger im" ji bo rojnameger û nivîskarên girtî meşekî bêdeng li dar xistin û peyama "Em ê teslîm nebin" dan. Fuara Pirtûkan a Stenbolê ya Navneteweyî ya ku îsal cara 35'emîn tê lidarxistin di roja 6'emîn de bi çalakî û bernameyan ve berdewam dike. Di fuarê de îro rojnameger û nivîskarên girtî di rojevê de bûn. Endamên însiyatîfê li salona fuarê ji bo nivîskar û rojnamegerên girtî meş li dar xistin. Meşê li Standa Pirtûkên Cumhuriyetê dest pê kir, Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Evrenselê Fatîh Polat, rojnamger Mehveş Evîn, Fehîm Işik, Celal Başlangiç jî di nav de gelek rojnamgerên ku saziyên wan hatin girtin beşdarî meşê bûn û di meşê de tîşortên "Em teslîm nabin" li xwe kirin û heta rojnameya Cumhuriyetê bêdeng meşiyan. Piştî meşê careke din vegeriyan standa Pirtûkên cumhuriyetê û li ber afiîşa "Hevalên me 13 roj in girtî ne" daxuyanî dan. 'EM Ê TESLÎM NEBIN' Li ser navê însiyatîfê Mehveş Evîn axivî û got ku ew wekî kesên ku bi azadiya çapemeniyê bawer dikin û heta dawî diparêzin li vir in lê çi heyf e ku hejmara wan pir kêm e. Evîn anî ziman ku li Tirkiyeyê her^ikêm 125 rojnameger girtî ne û ev rekora cihanê ye. Evîn da zanîn ku bi rêveberiya awarte (OHAL) re 160 saziyên çapemeniyê hatine girtin bi hezaran rojnamger betal mane, kartên gelek rojnamegeran hatiye betalkirin û anî ziman ku Cemiyeta Rojnamegerên Azad jî hetaye girtin. Evîn got ku ew dixwazin rojnamegerên girtî bên berdan û bi gotina "Em teslîm nebûn û emê teslîm nebin" axaftina xwe bi dawî kir. Di dema daxuyanî dihat dayîn polîsên sivîl dîmen kişandin li ser vê rojnameger Fehîm Işik îtiraz kir pirsa "çima hûn dîmen dikişînin" ji polîsan kir, Işek kameraya polîsan bi destê xwe ve girt û nehîşt dîmenan bikişîne.