Rojnameger Ahmet Şik hat girtin 2016-12-30 19:31:38 STENBOL - Nûçegîhanê Rojnameya Cûmhûriyetê Ahmet Şik ê bi hinceta tweetên xwe hat binçavkirin, bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" hat girtin. Nûçegîhanê Rojnameya Cûmhûriyetê Ahmet Şik, ji ber nûçe û tweetên xwe, duh li Stenbolê di serdegirtina malê de hat binçavkirin û paşê hat girtin. Dozgerê Çapemeniyê yê Stenbolê Fahrettîn Yerlî, vê sibehê hat Muduriyeta Polîsan a Stenbolê û îfadeya Ahmet Şik wergirt. Piştî akrên îfadeyê Şik sewqî Edliyeya Çaglayanê hat kirin û bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê", bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Şik ê li Dadweriya Cezayê Sulhê ya Stenbolê îfadeya wî hat wergirtin, bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" hat girtin. Di îfadeya li dozgeriyê de, pirsên arasteyî Şik hatin kirin, bi piranî der barê tweetên nivîsandibûn de bûn.