Li Dîlokê ji zarokên hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin 2016-12-30 21:00:22 DÎLOK -Li Dîlokê, ji 34 kesên 5 jê zarok hatin binçavkirin, piştî 20 rojan derketin pêşberî dadwer. Ji zarokên binçavkirî 3 jê hatin girtin, 2 jê jî bi şertê venêrîna edlî serbest hatin berdan. Li Dîlokê, ji 34 kesên 5 jê zarok, di 12'ê kanûna 2016'an de hatin binçavkirin û heta niha li muduriyeta polîsan dihatin ragirtin, sewqî Edliyeya Dîlokê hatin kirin. Zarokên bi navên Ferhat Eryilmaz, Tufan Karagoz, Eyup Sahman, Diyar Ozer, İlhan Tekîn ên ku temenê wan di navbera 16-17 salan de, ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewqî 1'emîn Dadweriya Cezayê Sulhê hatin kirin. Heyeta Dadgehê jî bi heman daxwazê biryara girtina Eryilmaz, Karagoz û Sahman da û her wiha Ozer û Tekîn jî bi şertê venêrîna edlî serbest berda.