Minbica ku zilm lê bûbû ejderha… 2016-12-31 09:18:38 MINBIC - Li Minbicê êdî her kolan, kuçe, bazar û meydan bi dîmenên ku weke mix di mejiyên mirovan de cih girtiye têne bibîranîn. Li vî bajarî hema hema her mirovek şahidî ji darvekirin, serjêkirin, înfaz, lêdan an jî heqaretan re kiriye. Bi ser temenekî bi êş û kêf de, 3-4 salên weke ewrên reş bariyayî. Di ser azadbûna bajêr de 4 meh derbas bû, êdî mirov hêdî hêdî careke din li kenê windahî vedigerin. Careke din riya me bi Minbicê dikeve; li gel stranên tije êş, azar, hezkirin û lehengiyên li vê erdnîgariyê hatine jiyîn. Dema em dikevine bajêr Ebû Leyla bi rûkenî me pêşwazî dike. Li vê erdnîgariya ku zulm bûye ejderha, Ebû Leylayê ku min jî di dema Berxwedana Kobanê de şahidî ji rûkeniya wî re kiribû tê bîra min . Çarşî pir qerebalix e û ji hoparlorê wesayita me gotinên “Zulm ejderha be / Li welatê xêlî / Divê tu kurekî mezin bikî / Di şer de leheng be” bilind dibe. Mirov dibêje qey ev stran ji bo lehengên Minbicê bi xwîna xwe azad kirine hatiye nivîsandin. Li Minbicê êdî her kolan, kuçe, bazar û meydan bi dîmenên ku weke mix di mejiyên mirovan de cih girtiye têne bibîranîn. Li vî bajarî hema hema her mirovî şahidî ji darvekirin, serjêkirin, înfaz, lêdan an jî heqaretan re kiriye. Bi ser temenekî bi êş û kêf de, 3-4 salên weke ewrên reş bariyayî. Di ser azadbûna bajêr de 4 meh derbas bû, êdî mirov hêdî hêdî careke din li kenê windahî vedigerin. Gelo ev mirov careke din dê bikenin, bi ken birînên xwe bikewinînin? Li hin malên ku em lê bûne mêvan, em şahidî ji kenên ku li ser ruyê mirova datîne re dikin. Ev dibe nîşaneyeke ku hin tişt ber bi başiyê ve dimeşin. Êvarê em dibine mêvanê malekê. 4 zarokên wan hene û yê herî mezin 14 salî ye. Bav qedehên cam difiroşe û debara malbatê dike. Mal, li înşeateke 4 qatî, qata herî jor e. Ne derî ne jî şibake hene. Şibake bi naylonan girtine û derî jî ji betaniyê çêkirinê. Malbat gazî cîranan jî dike. Li gel çixare û qehweyê sohbet dest pê dike. Malbat ji Helebê koçî Minbicê kiriye. Lê DAIŞ ew li vir jî rehet nehiştiye. 2 sal e di vê belengaziyê de dijîn; lê niha diyar e êdî ne xema wan e. Tekane derdên wan ew e ku, bajêr careke din nekeve destên çeteyan. Roja din em diçine gundeki başûrê Minbicê. Li vî gundê di nava baxçeyên darên zeytûnan de ye jin û mêrekî 60 û 65 salî pêşwaziya me dike û em diçine hundir. Çayeke têrşekir dikelinin û datînin ber me. Ji aliyekî ve em çaya xwe vedixwin, ji aliyê din ve jî xal û xatir têne pirsîn. Piştî kêliyekê malbat baweriya xwe bi me tîne û dest bi vegotina zilma DAIŞ’ê dike. Malbat heta 8 sal berê li Şamê bûye. Ebû Mihemmed piştî teqawîd dibe, li bajarê xwe Minbicê vedigere. Ji ber sebra wî li betaliyê nayê, dest bi ajokariya otobosan dike. Heya DAIŞ dikeve Minbicê jî didomîne. Bi carekê re ewrekî reş jiyana wan rapêç dike. Ji ber vê yekê dema behsa serpêhatiyên xwe dike tenê serdema DAIŞ’ê vedibêje. ‘TEMAŞEKIRINA ÎNFAZAN MECBÛRÎ BÛ LÊ MIN ÎDARE NEKIR Û ÇAVÊ XWE GIRT’ Ebû Mihemed wan rojên ku ji bîr nake û dê tu car jî ji bîr neke vedibêje: “Diyar e tu rojnameger î. Van gotinên me binivîsin, da ku dîrok bizanibe çi tofan bi serê me de hatiye. Di serdema DAIŞ’ê de ji bo kuştinê sûcdariya we tene têr nedikir. Ji malbatê kesekî din jî sûcek bikirana dikaribûn we ceza bikin. Bavê 2 zarokan Huseyin Bimşî yê 21-22 salî hebû. Bi hinceta birayê wî ji Ceyş El Hur re (OSO) çek birine hate girtin. Bi mehkemeyeke formalîte hate darizandin û cezayê mirinê lê birîn. Roja şemiyê roja înfazan bû. Li cihê bazarê mirov dikuştin. Huseyîn Bimşî jî di rojeke wiha de anîne meydanê û serê wî danîne ser qoçekî. 2 celladên di destên wan de şûrekî yek metre dirêj û dibiriqî li pişt bûn. Huseyin xwest cara dawî zarokên xwe bibine; lê nehiştin. Her serê wî datanîne ser qoç, ew î li ber xwe dida û serê xwe radikir. Ew her 2 celladên weke hirçan nikaribûne pê. Pişt re aciz bûn û şûr danîne kêlekê û bi demançeyê bi yek guleyekê ew kuştin. Kesên li qadê mecbûr bûn van înfazan temaşe bikin. Lê min îdare nekir û ruyê xwe vegerand. Baş e di wan kêliyan de min ferq nekirin. Heke na dê min jî ceza bikirana.” ‘3 CARAN LI PÊL TETÎKÊ KIRIN LÊ SÎLEH NETEQIYA PIŞT RE…’ Ebû Mihemedê 65 salî, bûyereke din a ku şahidî jê re kiribû jî bi van gotinan tîne ziman: “Dîsa Îbrahîm hebû. Li Dêr Hafirê midûrê firûnê bû. Wî jî di şemiyeke din de li qadê înfaz kirin. Cellad dê bi sîlehê Îbrahîm înfaz bikirana. Gule da lûleyê û pêl têtîkê kir. Lê fîşek neteqiya. Careke din ceriband dîsa neteqiya. Cara sêyemîn jî ceriband dîsa bê fêde bû. Cellad aciz bû û ew li erdê dirêj kir û bi wesayitê derkete ser laşê wî. Li ser laşê wî patinaj kir heta canê Îbrahîm parçe bû. Çend rojan ew laş li wir hiştin.” Ebû Mihemed dibêje “Ma ez çi bibêjim û çi nebêjim. Ne ji neçarîbûna, tu carî ez dernediketim derve. Lewre mirov nedixwest rastî van hovîtiyan were.” ‘EZ DITIRSIYAM KU DERMANÊN XWE BI XWE RE BIGERÎNIM’ Ebû Mihemmed di berdewamiya axaftina xwe de hebên nexweşîna dil nîşanî min dide û wiha didomîne: “Dermanên min li Minbicê tune bûn. Ji ber vê yekê min ji derve dixwest. Li ser hin dermanan navê Heyva Sor a Kurd hebû. Min tiliya xwe bi tifê şil dikir û ew nivîs jê dibir. Lewre DAIŞ di noqteyên lêgerînê de her tişt kontrol dikir. Temasa bi kurdan re jî hincet bû ji bo kuştinê. Lewre li gorî wan kurd xenazir û kuffar bûn. Ji ber vê yekê min hebên xwe bi tirs hildigirt.” WÊNEYÊ XWE YÊ KU RIYA WÎ HETA SER SINGÊ DIRÊJ E NÎŞAN DA Ebû Mihemmed der barê rî û gellabî (fistan) de jî bîranîneke xwe bi van gotinan dibêje: “Rojekê ji bo ez dermanên xwe bistînim ber bi Şamê ve derketim rê. Li noqteya lêgerînê DAIŞ’ê min sekinand û got ‘Ya Şêx, rîya te ne li gorî qanûnan e. Gellabîyê te jî pir dirêj e. Biçe rîya xwe dirêj bike, gellabî jî weke yê me qut bike û pişt re were. Hingavê em ê çûyina te ya Şamê binirxînin. Pişt re min ji neçarî rî berda." Bi destên xwe îşaret dike ku rîya wî heya ser singê dirêj bûye û ji keça xwe dixwaze wî wêneyî nîşanî min bide. Dema behsa vê yekê dike ji aliyekî ve dikene, ji aliye din ve jî xezebê li DAIŞ’ê dibarîne. ‘EM NEÇAR BÛN FÊKÎ Û ZEBZEYÊN XERABE BI BUHAYÎ BISTÎNİN’ Hevjîna Ebû Mihemmed dayika 60 salî dest bi axaftinê dike: “Kurê min ma van bêjiyan tiştek nema neanîne serê me. Cihek ji bo kirîn û firotina fêkî û zebzeyan diyar kiribûn. Hem fiyet buha bû, hem jî fêkî û zebzeyên difirotin tev yên perçiqî û genî bûn. Dema me tiştek digot jî bi me de qîr dikirin û me neçar dihiştin ji bo kirînê. Kesên ku baxçeyên wan hebûn jî nikaribûn hilberînên xwe bifiroşin. Seydvanek danîbûne ser xêniyekî bilind û yên li derveyê qada diyarkirî tiştek difirotin, ji hêla seydvan ve dihatin kuştin.” ‘ÊDÎ QANÛNÊN JINAN HENE MA TU DIKARÎ ZEWACA DUYEMÎN BIKÎ’ Ebû Mihemed dinihêre ku bi van êşan rewşa sohbete giran bû, dixwaze bi henekekê sivik bike. Dibêje: “Piştî şervanên QSD’yê û yên kurd hatin, bihara emrê min dest pê kir. Dilê min heye ez jinekê bînim.” Dayikê bi van gotinan bersiv da hevjînê xwe: “Êdî zehmet e. Madem dilê te hebû tu di dema DAIŞ’ê de bizewiciyana. Li gorî wan heta 4 jinan riya te hebû. Lê niha qanûnên jinan hene. Tu nikarî bi hêsanî hewiyê bînî ser min.” Pişt re jî dibêje: “Wisa li gotinên Ebû Mihemed nenihêrin. Hê jî weke roja destpêkê ji min hez dike.” Ebû Mihemed jî van gotinan bi rûkenî û serhejandinê erê dike. Bi rastî em ne ji bo nûçeyê çûbûne malê. Lê diyar bû bi vegotina êşan, xwe bi xwe terapî dikirin, bi hêviya kêmbûna êş û azarên di mejiyên wan de cih girtine. ‘NE DÎN NE JÎ ÎMANA DAIŞ’Ê HEBÛ BÊEXLAQ BÛN’ Ebû Mihemed dema niha û dema DAIŞ’ê bi van gotinan muqayese dike: “Derdora 4 mehan e Minbic hatiye rizgarkirin. Niha dadgeh, meclisa sivîl, ya leşkerî hatiye ava kirin. Em dizanin kî di van saziyan de cih digire û tiştek bibe serî li kuderê bidin. Di dema DAIŞ’ê de ji xwe endamên wan gelemperî biyanî bûn û ne diyar bû kî çi karî dike. Mafê DAIŞ’iyan hebû her tiştî bikin. Bi wan re ne dîn, ne îman, ne wijdan û ne jî edalet hebû. Bêexlaq bûn û hew.” HÛN JI DAYIKÊ FÊM NEKIN JÎ HALÊ WÊ TIŞTÊN KIŞANDIYE VEDIBÊJE Dayik careke din dest bi axaftinê dike. Bawer dike ku ez baş bi erebî nizanim; ji ber vê yekê jî bi îşaretan vedibêje. Ji xwe ne hewce ye ez zimanê wê zanibim jî. Lewre ji ber ji kezebê diaxife her tiştî hîs dikim. Dibêje: “DAIŞ’ê ji gundê me çend kes revand. Hin ji wan rizgar bûn, em aqûbeta hinan jî nizanin. Dayikek li gel zaroka wê ya 6 mehî jî revandin. Piştî çend mehan serbest berdan. Ew pitik hê jî bi şev vediciniqe, bi tirsa DAIŞ’ê. Dayik jî qet behsa tiştên kişandiye nake. Êdî Xwedê dizane çi anîne serê wan.” ‘TIŞTÊN JI ME RE QEDEXE BÛN JI JINÊN DAIŞ’IYAN RE SERBEST BÛN’ Dayik dixwaze hemû zilma dîtiye vebêje û bênavber diaxife: “Ji bo jinên DAIŞ’iyan her tişt serbest bû. Dikaribûn xwe boyax bikin, biruhên xwe rakin, mijangên xwe çêkin, parfuman bi ser xwe dakin û her wekî din. Lê ji bo jinên din ev tişt heram bûn. Ji xwe derketina derve cesaret dixwest. Li ser kincên we morîkek jî hebûna ev ji bo lêdanê sedem bû. Ji ber vê yekê piştî DAIŞ kete Minbicê ez qet derneketim sûkê. Niha tu pirsgirêk tune ye; lê ji bo tiştên hatine jiyîn neyêne ber çavên min dîsa jî naçime sûkê.” ‘BIHÛŞTA ME YA SER RUYÊ ERDÊ KIRIN DOJEH’ Dayik rojên DAIŞ’ê bi rojên xwe yê berê re muqayese dike û lanetê li rojên hatina Minbicê dibarîne: “Em 35 salan li Şamê man. 12.00’ê şevê bi tena serê xwe bi otobosên nava bajêr ez dikaribûm biçûma malên xizmên xwe. Yek rojekê jî tiştek nehate serê me. Ez lanetê li wê roja ku me biryara vegera Minbicê da tînim. Heyfa Suriyeyê ku kete vî halî. Weleh Suriye bihuşta me ya ser ruyê erde bû, lê li me kirin dojeh.” MUAYENEKIRINA JINAN Dayik wiha pêlê dide axaftinên xwe: “Bijîşkên li nexweşînên jinan dinihêrin tev bê kar man. Qedexe bû jinan muayene bikin. Hin bijîşkên jin yên DAIŞ’ê hebûn. Lê bijîşkên diranan, yên qirik, guh û poz mêr bûn. Dema jinek ji bo diranên xwe diçû nexweşxaneyê neçar bû bi xwe re bav, hevjîn an jî birayê xwe bibe. Jin ji xwe bi çarşef bû. Bijîşk jî çarşefeke din li ser dirêj dikir û di quleke vekirî de diran, guh an jî qirik muayene dikir. Jina nexweş dema derdê xwe digot neçar bû bi dengekî pir nizm biaxife. Lewre dengê bilind yê jinê heram bû.” ‘DAWETÊN ME MÎNA MERASIMÊN CENAZEYAN BÛN’ Dayik bênavber diaxife û naxwaze tiştekî negotî bihêle: “Kurê xwişka min dê bizewiciyana. Em jî çûne malê. Ji ber em tev ên hev bûn hevjînê min û kurê min jî hatin hundir. Piştî demekê DAIŞ’iyan bi ser malê de girtin. Pêşî jinên ketin hundir bi daran êrîşî me kirin. Pişt re 3 mêr jî ketin hundir û êrîş domiya. Sedem hebûna kurê min û hevjînê min bû. Me rabû ji wan re rewş îzah kir. Pirsa bûkê kirin û kurê min ji wan re got bûk 2 saet berê birine mala zavê. Ew jî dereng mane lewma rûniştine. Bawer kirin û derketin. Halbûkî bûk li hundir bû û ew ferq nekirin. Lewre berê bûkên me kincên spî li xwe dikirin. Bi DAIŞ’ê re kincên bûka jî zerûrî bûne reş. Ji ber kincên li ser bûkê jî weke yên me reş bûn tê dernexistin ku me wan xapandiye. Bi vî awayî em ji girtinê filitîn. Li gorî adetên me berê jî mêr li aliyekî, jin li aliyekî rûdiniştin. Lê dema her du alî xizmên hev bûna diketin nava hev. Lê DAIŞ’ê ev yek jî qedexe kir. Îro di merasimên şehîdan de jî tilîlî têne kişandin. Lê DAIŞ’ê di daweta de tilîlî û çepik li me qedexe kir. Ne diyar bû em cenaze radikin an dawet dikin.” ‘BI CARAN EM JI MIRINÊ FILITÎN’ Dayik demên hemleya azadkirina Minbicê dest pê kir jî bi van gotinan vedibêje: “Em li Taxa Serapê rûdiniştin. DAIŞ’ê sivîlên li taxa me kom kirin û li biryargehên xwe bi cih kirin. Li hemberî balefiran sivîl weke mertal bi kar dianîn. Em ji taxê reviyan û li taxên din li gel xizmên xwe bi cih bûn. Berî Minbic azad bibe bi 10 rojan li gel xizmên xwe em ber bi başûrê Minbicê ve reviyan. Lewre me dizanibû şervanên QSD’yê ji wî milî ve tên. Tî û birçî, di bin çarşefên reş de, bêyî em pêşiya xwe bibinin, hilke hilka ser dilê me, zar û zêç bi saetan em meşiyan. Em gihane gundekî û me dît hêj DAIŞ’î li wir hene. Ji me re gotin hûn ber bi kurdên xenazir û kuffar ve direvin. Me li mizgefta gund kom kirin û seydvanek li ser malekê bi cih kirin. Jê re gotin ‘kî bireve bikuje.’ Lingên me ji ber meşê werimîbûn û em bê çare bûn. Çend jinan mirin dane ber çavên xwe û dest bi revê kirin. Seydvan fîşek berdane wan lê îsabet nedikir. Me jî ji vê yekê cesaret girt û em jî reviyan. Hey gule direşandin jî lê îsabet nedikir. Piştî em ji menzila guleyan derketin, em gihiştin gundekî. Kalek derkete pêşiya me û me hewara xwe lê kir. Wî jî ji me re got ‘êdî meraq nekin hûn li herêmeke ewle ne. QSD gihişte vir.’ Bêhna me derket û me çarşefên reş ji ser xwe avêtin. Em bi siûd bûn ku ji koma me tiştek bi serê kesî nehat.” BÎRANÎNEKE EBÛ MIHEMED LI NOQTEYA QSD’Ê YA LÊGERÎNÊ Ebû Mihemed bîranîneke xwe ya piştî bajêr tê rizgarkirin jî bi me re parve dike û dibêje: “Ez bi motorsiqlêtê xwe di noqteya lêgerînê ya QSD’ê re derbas dibûm. Nasnameya min ji min xwestin. Min jî bi ser wan de kire qîr û min nasname da wan. Pişt re jî min got a ji we re nasname û min bikujin. Şervanê QSD’ê şaş ma û got ‘Ma ez DAIŞ im te bikujim.’ Ger min ev tişt li DAIŞ’ê bikirana an jî dengê xwe bilind bikirana dê demildest min bikuştana; lê şervanên QSD’ê bi sebir tevgeriyan û min verê kirin.” Ebû Mihemmed dibêje ku rojekê li dewareya Sebea Behrat (Heft Av) bêyî haya wî ji azana mele hebe dimeşe. DAIŞ’iyek bi ser wî de dike qîr û wî bi zorê dibe mizgeftê. Ji bo vê jî wiha dibêje: “Beriya banga mele diviya bû her kes dikanên xwe bigire û li mizgeftê amade be. Dikanên negirtina dişewitandin.” Ez hemû gotinên Ebû Mihemed û hevjîna wî bi baldariyeke mezin guhdar dikim. Carekê li pêşiya xwe dinihêrim ku teyfika ber min tije sêv û porteqalên qeşartî kiriye. Dikene û bi kurdî jimin re dibêje “de bixwo bixwo” û sohbet didome… Dema em xatir ji malbatê dixwazin, li devê derî Ebû Mihemmed dibêje; “Min heta îro ji bo rehetiya xwe destên xwe li ber kesî venekiriye. Gotineke pêşiyan heye dibêje ‘Nanê xwe hûrke avê, xweştire ji mala bavê.’ De heydê riya we vekirî be, oxirbe ji we re.” Em dema ji gund derdikevin rastî konvoyeke dawetê tên. Wesayît li qorneyê dixin, dengê stranan bilind dibe, jin û mêr bi kincên rengîn di şibakeyên wesayitan de desmalên rengîn dihejinin. Piştî konvoya dawetê jî konvoyeke leşkerî ber bi çeperên şer ve diçe. Li vê erdnîgariyê ji aliyekî ve welatî bi şahiyan dixwazin şopên DAIŞ’ê di mejiyê wan de hiştine paqij bikin, ji aliyê din ve jî şerê ji bo azadiya mirovahiye bênavber didome. NIFÛSA MINBICÊ BÛ MILYONEK! Rojtira din em ê ji Minbicê veqetin; lê wesayîta me naxebite. Xortekî ereb bi navê Casim ji me re dibe alîkar. Bi xelatê wesayîta me kişand heya şuxulî. Xwest li mala xwe qehweyekê îkramî me bike; lê ji ber wexta me tune bû, me spasiya wî kir. Casim dibêje ku, berê li Minbicê 24 hezar kes dijiya. Vê rewşê mubalexe dike û dibêje: “Piştî QSD’ê bajêr azad kir ji gelek deveran mirovan koçî vir kir. Niha nifûsa vir bûye milyonek! Gelemperî jî mirov ji Helebê hatin. Hê jî berdewam dike.” Berê dema em çûbûne Minbicê motorsiqletan bala me kişandibû. Lê ev car em yek motorsiqletekê li kolanan nabînin. Casim ji bo vê yekê jî dibêje: “Li ser daxwaza gel biryar hat dayin ku 5 rojan motorsiqlet nexebitin. Hem ji bo ewlehiyên sersalê, hem jî ji bo rihetiya çûyin û hatinê.” Piştî em spasiya Casim dikin, ji Minbicê vediqetin. Min dixwest ez wêneyên malbatan, rûkeniya wan û şopên tirsa di dema DAIŞ’ê de xwe li ser ruyê wan danîne bi we re parve bikim. Lê ji ber malbatan ji bo ez wêneyên wan neweşînim rica kirin, van wêneyan weke bîranîn ji neçarî li cem xwe dihêlim û naweşînim. Abdurrahman Gok - dîhaber