Ji xizmê windayan Eren: Ji bo mirov bi saxî bên dîtin em têdikoşin 2016-12-31 09:20:44 ENQERE - Farûk Eren ê 36 sal ji bo aqûbeta kekê xwe yî di bin çavan de hat windakirin têdikoşe, der barê 3 kesên îsal di bin çavan de hat xwestin ku bên widnakirin û nîqaşên der barê wan ên wek "xesarê dide têkoşînê" de axivî û wiha bertek nîşan da: "Mesela qey Hurşît Kulter bihatana windakirin baş bû, hûn vê dixwazin." Yek ji xizmê windayan Farûk Eren, bertek nîşanî nîqaşên der barê 3 kesên îsal di bin çavan de hat xwestin ku bên windakirin û anî ziman ku, dîtina Hurşît Kulter, Mujgan Ekîn û Taşkin Yasak cihê kêfxweşiyê ye û di encam têkoşîna hat dayîn de, hatine rizgarkirin. Farûk Eren, birayê Hayrettîn Eren ê di dema derbeya 80'yî de li Tirkiyeyê di bin çavan de yekem kesê hatiye windakirin, bertekên xwe wiha anî ziman: "Ji ber ev mirov bi saxî hatin dîtin, bo çi dê têkoşîn xesarê bibîne. Ma em ji bo mirov winda nebin tênakoşin? Mesela Hurşît Kulter, çi yanî diviya bê windakirin, hûn vê dixwazin." Hayrettîn Eren, di 21'ê mijdara 1980'yî de hat binçavkirin û piştî ew birin Şaxa Siyasî ya Gayrettepeyê, careke din tu agahî jê nehatin wergirtin. Rojnameger Farûk Eren ê ev 36 sal e ji bo aqûbeta kekê xwe û windakirina kesên di bin çavan de têdikoşe anî ziman ku, dîtina Ekîn û Yasak cihê kêfxweşiyê ye. 'BI TÊKOŞÎNA ME DAWÎ LI WINDAKIRINAN HAT' Eren ê ku got, "Bûyera windakirinê bûyereke zaf giran e, naşibe tu mirinekê, heta hetayê xizmên wî tên cezakirin" têkoşîna li dijî windakirinan wiha vegot: "Me têkoşîneke mezin da. Ji bo em xwe bigihînin xizmên xwe. Em li hestiyên wan, gorên wan geriyan, digerin. Dema Hasan Ocak û Dogan Karakoç hatin windakirin, em daketin kuçeyan. Ew xaleke werçerxî bû. Em cara ewil li Galatasarayê rûniştin. Me lêdan xwar, em hatin binçavkirin, lê bi israr em rûniştin. Dayik rûniştin. Bav rûniştin, em rûniştin û raya giştî tiştekî wek 'Dayikên Şemiyê' nas kir. Lê serkeftineke vê têkoşînê heye, ew jî ev e; me polîtîkaya dewletê ay windakirina di bin çavan de rawestand. Piştî têkoşîna me mirov nehatin windakirin, dawî li vê polîtîkayê hat." 'EM DITIRSIN KU MIROV DÎSA BÊN WINDAKIRIN' Eren bi nûçeyên windakirinê re balê kişand ser fikareyên "gelo em vedigerin salên 90'î" û wiha got: "Na, em venagerin, lê em di serdemeke zaf tarî de ne. Û em ji îhtimala dubare windakirina mirovan ditirsin. Belê, sax hatin dîtin, em kêfxweş dibin lê, em dibên 'gidî gidî, vê êşê bi mirovan nedin kişandin.'" Eren bi bîr xist ku, çend hefte berê dayika wî Elmas Eren tevlî çalakiya Dayikên Şemiyê bûye û wiha domand: "Diya min 85 salî ye. Jinik dibêje ku, 'Ev 36 sal 36 deqîqe jî ji bîra min neçûye.' Wê ev şer bidome, ji bo aqûbeta xizmên xwe û ji bo windakirinên nû neqewimin. Ne 36 sal, 100 sal jî derbas bibe em her bigerin. Binihêrin ez diçim Qada Galatasarayê, niha keça min diçe, neviyên me diçin, em ê biçin. Ji bo em ji bîr nekin, nedin jibîrkirin. Tenê ne ji bo aqûbeta xizmên xwe, em ji bo edaletê jî diçin." 'ÇI YANÎ BI BIHATANAN WINDAKIRIN' Eren ê bi sala ye rojnamegeriyê dike, vegotinên hin saziyên çapemeniyê û rojnamgeran ên piştî bûyerên windakirin ku dibêjin "di têkoşîna windayan de baweriyê dadileqîne" bi gotina "bi gotina herî sivik bêtalihî ye" wesfand. Eren wiha domand: "Li Tirkiyeyê nêzî 2 hezar winda hene, ji çî wê bawer nakin! berê Erdogan gotibû, 'Hin kes Dayikên Şemiyê bi kar tînin.' Wê kî diya min bi kar bîne, wê kî keseke li hestiyên ewladê xwe digere bi kar bîne? Ev mirov sax hatin dîtin, wê çima têkoşîn xesarê bibîne. Ma em ji bo mirov winda nebin natêkoşin? Winda ne mironeke normal e; tu heta dawiya emrê xwe li bendê yî, dema derî lê dikeve tu fikra wî dikî. Hûn miriyê wî nabînin, hûn şînê danaynin. Mesela qey Hurşît Kulter bihatana windakirin baş bû, hûn vê dixwazin! Bila Mijgan Ekîn bihatana windakirin. Tiştekî zaf eşkere heye. Li Enqereyê tê binçavkirin, lê li Cerablûsê dertê. Ji vê wehîmtir çi heye. Ev ji bo kesên van daxuyaniyan didin, bêtalihiyeke mezin e. Divê têkoşîneke li ser xeta mafên mirovan hebe."