‘Di fitrata madenvaniyê de, mirin tenê ji bo Tirkiyeyê heye?' 2016-12-31 09:21:56 SÊRT - Bavê Îsmaîl Tekîn ê di ocaxa madenê ya li Kufrayê jiyana xwe ji dest da, Şemsettîn Tekîn got, ji bo berpirsiyar bên cezakirin ew ê têkoşîna xwe yî huqûqî bidomînin û beramberî gotina "fitratê" ya Serokomar Erdoganî ji bo Somayê gotibû wiha got: "Ma tenê li Tirkiyeyê di fitrata vî akrî de heye?" Li Gundê Madenê ê girêdayî navçeya Kufraya Sêrtê, di ocaxa madenê ua aîdî Koma Cînerê di 17'ê mijdraê de hezaz qewimî bû û 16 karker di bin hezazê de jiyana xwe ji dest dabûn. Ji bo têkildarî hezaza bû sedam mirina karkeran doza cemaweriyê bê vekirin, pêdivî hem bi rapora danezaniyê hejî bi DNA û encamên otopsiya kesên jiyana xwe ji dest dan heye. Di rojên ewil ên kanûnê de, di rapora ji aliyê kesên zanezan ve hatibû amadekirin de ji aliyê Dozgeriya Koamrê ya Sêrtê ve, hem şîrketa taşeron hem sjî şîrketa esil a girêdayî Koma Cînerê biqusûr hatibûn diyarkirin. Niha jî ji vekirina dozê, parêzer li benda encamên DNA û otopsiyê ne. MALBAT TEVLÎ PÊVAJOYA HUQÛQÎ BÛN Malbatên karkerên jiyana xwe ji dest dan, bi wekaleta dan parêzeran re, daxilî pêvajoya huqûqî bûn. Bavê karker Îsmaîl Tekîn, Şemsettîn Tekîn diyar kir ku, ji bo berpirsiyar bên cezakirin, ew ê her cure têkoşîan huqûqiyî bidin. Bav Tekîn (56) ê emekdarê karkeriyî ye diyar kir ku, wan di roja nehemîn de xwe gihandiye kurê xwe Îsmaîl û got, ew her sibeh bi giriyê hevjîna wî Fatmayê hişyar dibe, êşa wan qet nekewiyaye. Tekîn diyar kir ku, her çiqas wê êşa wan nekewe jî, lê bi cezakirina berpirsiyaran kêliyekê be jî wê hinekî êşa wan sivik bibe û behsa şert û mercên xebata madenê kir. ‘VENÊRÎN NEHAT KIRIN' Tekîn ragihand ku, kurê wî Îsmal sal û nîvek berê li madenê dest bi akr kiriye û wiha domand: "Îsmaîl digot, şer tû merc zehmet in, heke ew karekî bibîne wê dev ji madenê berde. Tim behs dikir, ku dem bi dem li madenê qeza pêk tên. 12 saetan dixebitîn û mehê tenê 3 caran bi destûr bûn. Li madenê diviya 3 wardiye hebûnan, 2 wardiye hebûn. Heta rojekê kurê min got, bêyî tevdîr bên wergirtin qamyonên barê wan kevir in tên valakirin û gotibû, carekê karkerek ji ber pêşiya qamyonê rabû bi zor û heft bela xwe di camê de avêtiye û xwe xelas kiriye. 4 sal berê zarokekî 14 salî wek karker li wê madenê dest bi kar kir û tevî kurê min di 18 saliya xwe de, di bin hezazê de ma. Ev jî dide nîşandan ku, tu venêrîn nehatiye kirin an jî baş nehatiye kirin." 'DI FITRATA MADENVANIYÊ DE, MIRIN TENÊ JI BO TIRKIYEYÊ HEYE' Bav Tekîn got, zehmet ku meriv kurekî zewicandî û bavê zarokekî winda bike û wiha behsa êşa xwe kir: "Dema mirov kezeba kurê xwe ji derve bibîne, ma wê êdî karibe li çi bifikire." Tekîn wiha sitema xwe anî ziman: "Di bîra me de, halê wî yê dawî ma. Yek, halê wî yê dema ji malê derket û ya din, halê wî yê dema ji bin hezazê hat derxistin. Êşa herî mezin ew e ku, meriv kurê xwe têxe bin axê û vegere malê. Roja bûyerê çûm madenê, dema çav li wê dîmenkê ketim, min ji xwe re got, xwezî kurê min birçî bimana lê li vir nexebitiyana. Ev çend sal epirgirêkên min î tenduristiyê yên cidî hene, zaf tengijîm lê belê min dilopek jî hêstir nerijand, lê dema kurê min tê bîra min niakrim bi xwe. Her wêneyê wî dibînim, agir bi kezeba min dikeve. Serokomar Erdogan li Somayê gotibû, 'di fitrata vî karî de heye' û xwest vê rewşê wek rewşeke normal bide der. Halbûkî di madenên derveyî welat de, wek Tirkiyeyê tim hezaz pêk nayên. Di fitrata madenvaniyê de, mirin tenê ji bo Tirkiyeyê heye?"