Rojnamegerên girtî nehatin jibîrkirin 2016-12-31 09:26:52 NAVENDA NÛÇEYAN - Bi banga "Însiyatîfa Ez Rojnameger im" ve zêdetirî 100 rojnamegerên ku hatin cem nev ji bo hevalên xwe yên li girtîgehan bihevre wêne kişandin û silav şandin. Rojnameger Ahmet Şik ê ku di wêne de cih digire jî dê îro wêne li girtîgehê bibîne. Bi banga "Însiyatîfa Ez Rojnameger im" ve zêdetirî 100 rojnamegerên ku hatin cem nev ji bo hevalên xwe yên li girtîgehan ji bîr nekirin û bihevre wêne kişandin û silav şandin, hevalên xwe yên girtî re. Rojnamegerên ku hevalên xwe yên rastî cezeya qedexekirina name û ragihandinê hatine re di sersalê de silava komî şandin. Rojnameger Ahmet Şik ê ku di wêneyê de cih digire jî îro dê silava xwe li girtîgehê bigire. Wêneyê komî yê rojnamegeran di rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî, Evrensel, Cumhuriyet, BîrGun, Yurt, Hurriyet û Postayê hate weşandin.