TGC: 143 rojnameger girtî ne 2016-12-31 10:09:47 STENBOL - Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiye (TGC) rapora 2016'an aşkere kir. Li gorî raporê kartên 780 rojnamegeran ên çapemeniyê hatin betalkirin, 839 rojnameger derketin pêşberî dadger. 189 rojnameger rastî tundiya fizîkî û devkî hatin. 143 rojnameger girtî ne. Zêdeyî 10 hezar rojnameger jî betal in. Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiye (TGC) rapora 2016'an aşkere kir. TGC'ê diyar kir ku 143 rojnameger girtî sala 2017'an pêşwazî dikin. Li gorî raporê kartên 780 rojnamegeran ên çapemeniyê hatin betalkirin, 839 rojnameger derketin pêşberî dadger. 189 rojnameger rastî tundiya fizîkî û devkî hatin. 143 rojnameger girtî ne. Zêdeyî 10 hezar rojnameger jî betal in. 157 weşan hatin girtin. Di 14 bûyerên civakî de qedexeya weşanê hat îlankirin. Li gorî daneyên cîhanê li cîhanê 348 rojnameger girtî ne. Li Tirkiye jî 143 rojnameger girtîne. Li gorî daneyên Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas Tirkiye di nava 180 welatan de di rêza 151'an de cih digire.