Roboskê-Der hat mohrkirin 2016-12-31 15:46:27 ŞIRNEX - Roboskê-Der a ku ji bo daxwaza edaletê ya ji bo 34 kesên ku di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dabûn ji aliyê malbatên wan ve hatibû avakirin, hate mohrkirin. Serokê komeleyê Velî Encu têkîldarî mijarê wiha got: "Heta ku edalet bê Roboskê dê têkoşîna me bidome." Komeleya ji bo Roboskê Edalet ji bo Sererdê Aştî (Roboskê-Der) a ku ji aliyê malbatê 34 kesên ku li gundê Roboskê ya navçeya Qilabanê ya Şirnexê ve ji aliyê balafirên artêşa tirk ve di êrîşa hewayî de hatibûn qetilkirin, hate avakirin bi biryara ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hat mohrkirin. Serokê komeleyê Velî Encu diyar kir ku komele ji aliyê malbatên Roboskê ve ji bo kiryar bên darizandin hatiye avakirin. Encu destnîşan kir ku hinceta girtina komeleyê ya "xebatên terorê dimeşîne" balkêş e û wiha axivî: "Roboskê-Der ji bo ku rûyê rastî yê qatlîamê ji raya giştî re ragihîne heta niha xebat da meşandin. Heta niha kiryar nehatin cezakirin û malbatên Roboskê her tim di bin pêkûtiyan de bûn û bi binçavkirinan re rû bi rû man. Girtina komeleyê jî encama hewldana nedarizandina kiryaran e." HETA EDALET LI ROBOSKÊ PÊK BÊ... Encu anî ziman ku bi mohrkirina komeleyê ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin û wiha axivî: "Em wekî malbatên Roboskê daxwaza xwe ya ji bo edalet pêk bê berdewam bikin. Heta ku edalet li Roboskê pêk bê dê têkoşîna me bidome. Cezakirina berpirsyarên sûcên li dijî mirovahiyê dê dilê dayikên Roboskê rehet bike. Bi van rê û rêbazan ve nikarin me biçewisînin." Merasîma bîranînê ya 5'emîn salvegera qatlîama Roboskê ya di 28'ê kanûnê de ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve hatibû qedexekirin û Serokê Roboskê-Der'ê Velî Encu re 5 kes hatibûn binçavkirin.