Îstismar nedîtin, nebihîstin, nizanin! 2016-11-14 09:03:34 SEMSÛR – Parlamenterê HDP'ê Behçet Yildirim têkîldarî qedexeya weşanê ya der barê 30 zarokên ku li wargeha Lîseya Îmam Xetibê ya Gergerê rastî îstismara zayendî hatin diyar kir ku ev hewldana girtina li ser bûyerê ye û rayedar wekî feraseta "min nedît, nebihîst, nizanim" a sê meymûnan e. Rojên borî li navçeya Gergerê ya semsûrê 30 xwendekarên ku li Lîse Îmam Xetibê dixwînin îdiaya rastî îstismara zayendî hatine hatibû rojevê. Piştî ku der barê bûyerê de qedexeya weşanê hat dayîn parlamenterê HDP'ê yê Semsûrê Behçet Yildirim jî di nav de heyetek çû navçeyê û lêkolîn kirin. Parlamenter Yildirim tiştên ku qewimî wek3i skandal bi nav kir û diyar kir ku ji bo kiryar bên cezakirin dê bûyerê bişopînin. 'RAYEDAR WEKÎ FERASETA SÊ MEYMÛNAN TEVDIGERIN' Yildirim destnîşan kir ku di encama lêkolînan de ji rayedaran agahiyên berfireh nekarîne bigirin û ji ber qedexeya weşanê rayedar bi feraseta sê meymûnan a "min nedît, nebihîst, nizamin" tevdigerin. Yildirim got ku ji çavkaniyên herêmî hîn bûne ku xebatkarek hatiye girtin 3 mamoste jî ji kar hatine durxistin, zarokên ku rastî îstismara zayendî hatine ji gundên derûdorê yên malbatên xizan in. 'DIVÊ LÊPIRSIN VEKIRÎ BÊ MEŞANDIN' Yildirim bilêv kir ku bi qedexeya weşanê ve tê xwestin bûyer ji raya giştî bê veşartin bûyera îstismara zayendî ya ku beriya li Weqfa Ensarê qewimî bi bîr xist. Yildirim got ku divê li ser bûyerê neyê girtin û kiryar bên darizandin. Yildirim wiha axivî: "Ev bûyerekî ku bandorekî giran li ser civakî kiriye. Ji ber vê yekê jî ji raya giştî re vekirî bê meşandin." Yildirim diyar kir ku divê lêpirsîn baş bê meşandin û qedexeya weşanê bê rakirin, civak bê agahdarkirin.