Ozdemîr li axa xwe Dersimê hat definkirin 2016-12-31 18:08:37 DERSIN - Rojnameger Salîh Ozdemîr ê piştî 22 salan li girtîgehê ma û piştî sirgunî Ewropa bû li Ewropa jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wî anîn li axa wî Dersimê spartin axê. Rojnameger Salih Ozdemîr ê 22 salan girtî ma, piştî hat berdan sirgûnî Ewropa bû û li Ewropa di 25'ê kanûnê de jiyana xwe ji dest da. Xebatkarê Med Nûçe Salih Ozdemir piştî li Brukselê bi merasimekê hat oxirkirin cenazeyê wî anîn axa wî Dersimê. Cenazeyê Ozdemîr anîn navçeya Mazgirtê û ji wir jî şandin gundê Bureçê li Diyari Tum spartin axê. Di merasima cenaze de Parlamenterê HDP'ê yê Dersimê Alîcan Onlu, sersaxî ji malbata Ozdemir xwest û anî ziman ku ji ber Ozdemîr di gelek qadên têkoşînê de jiyana xwe berdewam kir navê “Delil “ û “Piro” girt. Girsê piştî merasima cenaze qurnefil danîn ser gorê û ji goristanê veqetiyan. Dema definkirina cenaze drone ya ku qereqolê şand ser goristanê û dîmen kişand bal kişand ser xwe.