Di doza ‘xwerêveberiyê' de daxwaza muebetê 2017-01-01 09:25:39 WAN - Di doza hevşaredarên Şaredariya Erdîşê Dîba Keskîn û Abdûrrahman Çagan jî di nav de, 38 HDP'î û DBP'î lê tên darizandin de, dozger bi hinceta beşdarî daxuyaniya "xwerêveberiyê" bûne, der barê 38 siyasetmedaran de cezayê muebetê xwest. Li Erdîşa Wanê, hevşaredarên şaredariya navçeyê Dîba Keskîn û Abdûrrahman Çagan, rêveberên HDP û DBP'î jî di nav de, doza 11 jê girtî 38 siyasetmedar lê tên darizandin, dozger mutalaaya xwe da. Dozgerê bi tawanbariya "Endamtiya rêxistinê" îddianameya xwe amade kir, di mutalaaya xwe de der barê 38 siyasetmedarî bi îdiaya "Xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" cezayê muebetê xwest. Di mutalayê de girtina 27 kesên bi awyaekî negirtî tên darzindan de jî hat xwestin û her wiha daxuyaniyên KCK'ê yên di dîrokên cuda de jî wek delîl hatin hesibandin. Di mutalaayê de, hat îdiakirin ku, li navçeyê êrîşên cuda yên li dijî leşker û polîsan pêk hatine jî, têkildarî daxuyaniya "xwerêveberiyê" ne. 'EM Ê XWE Û BAJARÊ XWE BI RÊ VE BIBIN' Daxuyaniya "xwerêveberiyê" ya di 12'ê cotmeha 2015'an de li Kolana Zîlanê ji aliyê Berdevkê Meclîsa Gel a Demokratîk a Erdîşê Erhan Basût hatibû xwendin wiha bû: "Em ê li ser esasê xwerêveberiya demokratîk, çareseriya xwe bi pêş ve bixin. Em ê bi biryarên meclîsên bi îradaya gund, tax û bajarokên me bên dayîn xwe bi rê ve bibin. Em dewleta her roj komkujiyan pêk tîne û hêza wê ya polîsî naxwazin. Em naxwazin bi derewa ewlehiya cemaweriyê jî bên qetilkirin. Em ê wek civak bi xwe ewlehiya xwe pêk bînin. Em ê hemû divitiyên civakiyî bi cih bînin. Bêyî em muhtacî saziyên dewletê bibin, bêyî em rastî çewisandin û pêkûtiyên saziyên dewletê bên, em ê îradeya civakeke azad, li ser esasên xwerêveberiyê nîşan bidin. Ji niha û pê ve jî, em ê xwe bi xwe bajarê xwe bi rê ve bibin.