‘Derfetek dîrokî li ber deriyê me ye’ 2017-01-01 09:27:40 ENQERE - Rojnameger û xebatkarê Newroz Tv Herman Mavane, derbarê pêvajoya geşedanên li herêmê pêş dikevin de diyar kir ku li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê bi salan e li dijî kurdan lîstikên cuda tên leyîstin û dixwazin ji bo berjewendiyên xwe kurdan bi kar bînin, lê kurd êdî ax, dîrok û çanda xwe pêşkêşî desthilatdaran nake. Rojnamegerê Rojhilatî û xebatkarê Newroz Tv Herman Mavane, derbarê pêvajoya şer û polîtîkayên dewletan ên li ser herêmê nirxad. Mavana ji Dîhaberê re axivî û diyar kir ku gelê kurd di dîrokê de heta niha her tim ji bo azadiyê têkoşiya ye. Mavane bi lêv kir ku derfetek mezin îro di destê kurdan de heye û ji ber vê yekê divê hêzên kurd bibin yek û dîrokê ji nû ve binivîsînin. Mavane da zanîn ku gelê kurd di dîrokê de heta niha gelek bedel dane û wiha axivî: “Mezintirin dijminê kurdan ku di hemû qonaxên hessas û derfetên zêrîn yên dîrokî de nehiştiye kurd bibin xwedî desthilat dewleta Tirk bûye. Dema ku kurdan di sala 1071’an de deriyê anatoliyayê ji dagîrker û talankerên tirk re vekirin, tirk têgiheştin ku kurd milletek e ku bê bedel û bêy ku daxwazek wî hebe dikare canê xwe ji bo mirovahî û insanetiyê fedayî herkesê bike.” ‘GELÊ KURD GELEKÎ AŞTÎXWEZ E’ Mavane, diyar kir ku di dîrokê heta niha gelê kurd her tim azadî û aştiya gelan xwestiye û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Piştî hezar salan rewşa ku em îro têdene netîceya nezanî û safbûna me ya wê demê ye. Heta niha kurdan nekariye helwestekî dijwar û pêwîst li hember dewleta Tirk nîşan bidin, her dem em behsa biratî û aştiyekê dikin ku baveriya me bi xwe jî pê nîne. Ji xwe ne Tirk ne Ereb û ne jî Farsan (dewletên wan) qet baverî bi biratîya bi kurdan re nebûye û nîne. Êdî divê em dest ji wê siyaset û şuarên klasîk yên sedsala derbasbûyî berdin. Gelê kurd xwedî hêz e û êdî tu kes nikare mafê gelê kurd binpê bike.” ‘LI DIJÎ KURDAN HER TEM LÎSTIK TÊN LÎSTIN’ Mavane, destnîşan kir ku her gel dixwaze bi awayekî azad bijî û axaftina xwe wiha domand: “Li tewahiya cîhanê bayê netewî diweşe, her kes dixwaze gelê xwe rizgar bike, dixwaze hêzA xwe ya siyasî û erdnîgarî zêdetir bike. Lê binêrin li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê bi salan e li dijî kurdan lîstikên cuda tên lîstin û dixwazin ji bo berjewendiyên xwe kurdan bi kar bînin. Gelê kurd êdî ax, dîrok û çanda xwe pêşkêşî desthilatdaran nake.” ‘DERFETEK ZÊRÎN Û DÎROKÎ LI BER DERIYÊ ME YE’ Mavane, bal kişand ser rewşa Iraq, Sûriyê û Tirkiyeyê û wiha pêde çû: “Rewşa Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê ber bi çav e. Kevir li ser kevir nemayê. Derfetek zêrîn û dîrokî hatiye ber deriyê me, ger em kêmekê xwe bidin hew û hewûdu bigirin, konjuktura cîhanî gelek guncaw e ji bo ku em bikarin desthilata xwe li ser axa xwe damezirînin. Ger ku Kurdên Başûr li hemberî hebûna hêzên leşkerî yên Tirk di nava axa Başûr derkevin, ger ku Rojava helwestekî dijwartir li hember êrişên dijminane yên Tirka nîşan bide wê hem Rûs û hem jî Amerîka nehêlin ku Tirk herêma navbera Kobanê û Efrînê dagîr bike.” ‘TIRKIYE FERMAN DAYE PDK'ê'' Mavane, anî ziman ku divê PDK li Başûr pêşiya dagirkeriyê bigire û wiha got: “Divê PDK ji bo PKK’ê bibe alîkar ku li Başûr pêşiya dagirkeriya Tirkiyeyê bigire. Niha gelek hêz dixwazin PKK ji Şengalê derkeve. Lê ger PDK bibe alîkar tu kes nikare hêza gelê kurd a Başûr bişikîne. Em hemû dizanin ku heta Şengal ji DAIŞ’ê hat paqijkirin gelek bedel hatin dayîn. Her kes dizane ku ew fermana Tirkiyê ye ku daye hin rayedarên Başûr da ku PKK'ê tehdîd bike. Divê hêzên kurd neyên lîstikên tu kesê û gelê kurd ê Başûr bêxên nav zor û zehmetiyan. Ger kurd di wê dema dîrokî de kêmekê li ber xwe bidin dê serkevtinekî mezin bi dest bixin.” ‘DERFETEKÎ DÎROKÎ DI DESTÊ KURDAN DE YE’ Mavane, da zanîn ku divê li Rojava jî tu kes neyê lîstika desthilatdaran û wiha berdewam kir: “Heman tişt ji bo Rojava jî derbas dibe, ger ku îro di mesela agirbesta Sûriyê de kurd nehatine banghêştkirin( wexwandin) ew tête wê wateyê ku daxwaza Tirkiyê derbas dibe. Ji nihave Tirk planên êriş û dagîrkirina Efrînê dikin û dibêjin ger ku em li Efrînê pêşiya kurda negirin wê kurd heta Behra Sipî biçin. Ger hêzên kurd vê derfeta dîrokî nekin qurbanê berjewendiyên xwe yên hizbî, malbatî, eşîrî û şexsî dê serkeftnekî dîrokî dest bixin. Ji ber vê yekê şiûra netewî pêwîst e, dem dema yekgirtin û bi hevrebûnê ye. Tu jî dizanî û herkes dizane ku Tirkiye naxwaze ku tu serbixwe bî, lê tehdîdên wê wala ne, çi hêz û şiyaneke wê ne ya siyasî û ne jî ya leşkerî nemaye. Divê PDK bi biryarî tevbigere û ji bo pêşerojekî serfiraz û azad ji bo zarokên wî welatî yekitiyekî xurt ava bike.” ‘KES NAXWAZE GELÊ KURD BIBE YEK’ Mavane, herî dawî wiha got: “Di dîrokê de heta niha tu hikûmetên Tirkiyeyê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gav neavêtine. Erdogan, Davutoglu û Bînalî Yildirim tim tînin ziman ku pirsgirêka kurd heye û ew ê çareser bikin. Lê êdî gelê kurd û hêzên kurd rûyê hikûmeta AKP’ê baş dizanin û nayên lîstikên wan. Her wiha ne Îran ne jî Iraq ne jî dewletên din naxwazin hêzên kurd yêkitiyekê avabikin. Ji ber vê yekê divê bi taybet PDK li Başûr alîkariyê bide hêzên kurd û yekitiyek dîrokî li wir avabike. Ger hûn bi gelê xwe re bin wê gel we ji her cure êrişan biparêze, Yên ku gel li piştê be dikare hemû astengiyên li hemberî xwe li holê rake.” Ferît Dere - dîhaber