Çapemeniya cihanê êrîş wiha dît 2017-01-01 09:56:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Êrîşa ku li Ortakoy a Stenbolê li dijî klûba Reinayê pêk hat û 39 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 jê giran 65 kes jî birîndar bûn di rojeva çapemeniya cihanê de ciheke berfireh girt. Êrîşa ku li Ortakoy a Stenbolê li dijî klûba Reinayê pêk hat û 39 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 jê giran 65 kes jî birîndar bûn di rojeva çapemeniya cihanê de ciheke berfireh girt û wiha cih dan êrîşê: Kanala televîzyonê BBC a Îngilistanê êrîş bi sernavê "Li Stenbolê li dijî kluba şevê êrîş: 35 kes mirin" ragihand. Îndependentê sernavê "Êrîşkarên çekdarî herî kêm 35 kes kuştin" bi kar anî. Business Insiderê, gotina "Di êrîşa li dijî kluba şevê ya Stenbolê de bi dehan kes mirin" bi kar anî. Kanala televîzyonê Foxnews a Amerîkayê îfadeyên "Di êrîşa zalim û bêmerhamet a sersalê ya Stenbolê de 35 kes mirin 40 kes birîndar bûn" bi kar anî. The Guardianê, sernavê "Li Stenbolê li dijî kluba şevê êrîş" bi kar anî û agahiya ku 35 kesan jiyana xwe ji dest daye da. CNN Internationalê, sernavê "Li Stenbolê êrîş" bi kar anî û hejmara mirî û birîndaran a ku Waliyê Stenbolê da parve kir. Di malpera întertê ya Dailymailê de sernavê "Kujer Bav Noel" hat bikaranîn. Di malpera înternetê ya NY Timesê de nûçe bi sernavê "Li Stenbolê di êrîşa li dijî kluba şevê de 35 kes mirin" hat dayîn. Associated Pressê têkîldarî êrîşê îfadeyên "Qesra Spî êrîş şermezar kir" bi kar anî.