Hevserokê SES’ê rastî 10 sal cezayê girtîgehê hat 2016-11-17 17:42:52 AGIRÎ – Hevserokê Şaxa SES’a Agiriyê Recep Altindag bi îdiaya “endamê rêxistinê” rastî 10 sal cezayê girtîgehê hat. Li Dadgeha Cezayê Giran a Bazîda Agiriyê de heyeta dadgehê di rûniştina biryardayînê de ji bo Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) a Agiriyê Recep Altindag 10 sal û ji bo endamê SES’ê Mehmet Saîd Dogan jî 6 sal cezayê girtîgehê da. Hat zanîn ku dê biryar ji bo temyizê bê şandin û her wiha Altindag ê ku li dijî operasyonên leşkerî li Bazîdê serdana “Konê Aşitiyê” kiribû hatibû binçavkirin û dawiyê ahtibû berdan. Piştî serbest hatibû berdan, Qaymeqamtiya Bazîdê der barê Altindag de lêpirsîn dabû destpêkirin û ALtindag ji peywirê hatibû dûrxistin.