DAIŞ li Stenbolê biyaniyan hedef digire 2017-01-01 12:03:25 STENBOL - Di êrîşa çekdarî ya li Ortakoyê ku 39 kesan jiyana xwe ji dest da de 20 kesên ku nasnameya wan hat diyarkirin 16 kes biyanî ne, vê yekê êrîşên ku DAIŞ'ê berê jî biyanî û turîst kiribû hedef girtibû anî hîşê mirovan. Di 2016'an de li Sultanahmet, Cadeya Îstîklalê û Balafirgeha Ataturkê di êrîşan de 26 kesên biyanî jiyana xwe dest dabû. Li Ortakoy a navçeya Beşîktaşê ya Stenbolê di êrîşa çekdarî ya li dijî kluba Reinayê pêk hatibû 39 kesan jiyana xwe ji dest da ji wan nasnameyên 20 kesan hate diyarkirin. Di nava kesên ku nasnameyên wan hatine diyarkirin de 16 kes biyanî ne, vê yekê êrîşên DAIŞ'ê yên ku berê li dijî turîstan pêk anîbû anî hişê mirovan. DAIŞ'ê berê jî li Sultahmet, Cadeya Îstîklaê û Balafirgeha Ataturkê êrîş pêk anîbû û di êrîşan de turîstên biyanî kiribû hedef. ÊRÎŞA YEKEMÎN LI SULTANAHMETÊ BÛ DAIŞ'ê li Sultanahmet a Stenbolê di 12'ê çileya 2016'an de êrîşa bombeyî pêk anî. Di êrîşa li dijî turîstan de 12 welatiyên Almanyayê jiyana xwe ji dest da, 20 kes birîndar bûn. Rayedarên hikûmetê di daxuyaniyên xwe de aşkera kirin ku kesekî biyanî yê endamê DAIŞ'ê ye êrîş pêk aniye. ÊRÎŞA DUYEMÎN LI CADEYA ÎSTÎKLALÊ PÊK HAT Piştî êrîşa Sultanahmetê di 19'ê Adara 2016'an de vê carê li cadeya Îstîklalê ya navçeya Beyoglu ya Stenbolê ku turîst gelek bûn serê sibehê êrîşa bombeyî pêk hat. Di êrîşa li dijî kesên biyanî de 3 welatiyên Îsraîlê û yek jî welatiyê Îranê jiyana xwe ji dest da, 12 welatiyên biyanî bi tevahî 37 kes jî birîndar bûn. Rayedarên hikûmetê têkîldarî êrîşê daxuyandin ku êrîş ji aliyê kesekî ku bi DAIŞ'ê re têkîldar e pêk hatiye. ÊRÎŞA SÊYEMÎN LI BALAFIRGEHÊ BÛ Di 28'ê Hezîrena 2016'an de li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê êrîşek çêbû. 3 êrîşkar li balafirgehê bi çekan êrîş kirin û piştre jî bombeyên li ser xwe teqandin. Di êrîşê de 42 kesar jiyana xwe ji dest da ji wan 10 kes biyanî bûn. Di heman êrîşê de 239 kes jî birîndar bûn. Hate aşkerakirin ku êrîş ji aliyê DAIŞ'ê ve pêk hatiye, yek jî êrîşkaran ji welatiyê Rûs ê eslê xwe ji DAgistanê ye, yek Kirgiz e yê din jî Ozbek e. ÊRIŞA YEKEM A 2017'AN JÎ LI DIJÎ TURÎSTAN PÊK HAT Bi şev saet di 01,30'an de li Ortakoy a Stenbolê li dijî kluba Reinayê êrîşa çekdarî pêk hat. Di êrîşê yek jê polîs 39 kesan jişana xwe ji dest dan. Di êrîşê de 65 kesên ku di nav de rewşa 4 kesan giran e jî birîndar bûn. Li gorî şahidên bûyerê êrîşkar bi erebî axiviye. Ev yek di bûyerê de gumana ku DAIŞ'ê pêk aniye zêde dike.