'Bila wezîr îstîfa bikin' 2017-01-01 15:28:53 STENBOL - Parlamentera CHP’ê Selina Dogan, li Nexweşxaneyê Etfalê ya Şîşliyê kesên di êrîşa Navenda Reîna de birîndar bûn ziyaret kir. Dogan li vir daxuyanî da û bang li hemû wezîran kir ku îstîfa bikin. Parlamenterên CHP'ê yên Stenbolê Alî Şeker û Selina Dogan, kesên di êrîşa li Navenda Şahiyê ya Reina rastî êrîşên çekdarî hatin û birîndar bûn, li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Şişli Etfalê ziyaret kir û agahî girtin. Parlamenterên CHP'ê piştî birîndar ziyaret kirin li ber nexweşxaneyê daxuyanî dan. Parlamentera CHP'ê Selina Dogan, anî ziman ku bi armanca agahî bistînin hatin vir û wiha got: "Mixabin me agahiyên şênber û rast negirtin. Em hatin astengkirin. Hindik be jî me der barê birîndaran de agahî girt. Ev êrîş encama perçekirina civakê û hedefnîşandanê pêk hatiye. "Noel û pîrozbahiya sersalê bi zanebûn tev li hev kirine. Beşek bi salan e di nava aştiyê de vê şahiyê pîroz dike. Pir balkêşe şahiyê dikin şeytanî. Di vir de rola siyasetmedaran zêde ye. Kar û peyvira siysasetmedaran ne civakê perçe bikin û nifrînê di nava wan de zêde bikin. Karê wan ewe ku civakê komî ser hev bikin. Em bang li wezîran dikin ku îstîfa bikin. Li gel tedbîrên bi OHAL'e stendine dîsa zafiyetên îstîxbaratê derketine. Ji ber vê yekê divê tevahiya lijneya wezîran îstîfa bikin. Sefaretxaneya Emîrîqa berê agahî parve kiribûn. Ji ber vê yekê berpirsiyarî ya siyasetmedaran e. Li gel îstîxbarat hat parvekirin dîsa êrîş pêk hat." Parlamenterê CHP'ê Alî Şeker jî diyar kir ku tu agahi nedane wan û medurê tenduristiyê ew asteng kirine û wiha got: "Em agahiyê bi mirovan re parve dikin da ku ev hewaya panik belav bibe. Ji bo hewaya ku terore ava kiriye belav bibe divê agahî bê dayîn. Li gel agahî û îstixbarat hatiye dayîn dîsa êrîş pêk hatiye. Agahiya "Li cihê ku biyanî zêde bin ji wir dûr bikevin" hatiye belav kirin. Berê jî welatiyên alman hatibûn hişyarkirin. BIRÎNDAREK TIRKÊ TUNUSÊ YE Şeker, ani ziman ku 13 birîndar anîn nexweşxaneyê û 2 kesan jê jiyana xwe ji dest dan û wiha got: 3 kes hêj di bin tedawiyê de ne. Yek ji wan Tirkê Tûnûsî ye. Yê din jî nasnameya wî ne diyar e û rewşa wî xerab e. Bi taybetî kesên biyanî dikin hedef. Em bi şahidê bûyerê de axivîn, diyar kirin ku gelek welatiyên ji Libyalı, Tunus, Irak ê ne. Ev êrîşek hovane û li dijî mirovahiyê ye. Piştî bûyerê ez jî bûm şahid ku li Beylîkduzu li dijî navendeke şahiyê bi tekbîran tacîz kirin. Divê her kes carek din bifikirn. Hat zanîn ku li nexweşxaneyên New Hospital 11, li Okmeydani 4, li Nexweşxaneya Dewletê ya Îstinyê jî 9 birîndar hene.