Li dijî Emniyeta Çinarê êrîşa bi roket 2017-01-01 22:23:12 AMED- Li dijî Midûriyeta Emniyeta Çinarê bi roket û çekên luledirêj êrîş pêk hat. Ji Amedê gelek ambulans sewqî herêmê hatin kirin. Li dijî Midûriyeta Emniyeta Çinarê ya Amedê bi roket û çekên luledirêj êrîş pêk hat. Hat hînbûn ku ji Amedê gelek ambulans sewqî herêmê hatiye kirin û ê şer didome. Li gorî agahiyan êrîş saet di 21.30'an de pêk hat. Piştî ku polîsan bersiv dan êrîşa bi çekên luledirêj û roketan pêk hat şer qewimî. Li herêma ku şer didome ji Amedê gelek ambulans hatin şandin.