Esnafên Îzmirê îflas dikin 2017-01-02 09:16:26 ÎZMÎR- Esnafên li 1'emîn Herêma Pîşesaziyê ya Halkpinarê ya Îzmîrê ji ber qeyrana aborî dikanên xwe digirin. Esnafên ku hemû malê xwe li ser dolaran distînin ji ber buhabûna dolaran êdî nikarin alav û amûran bistînin û îflas dikin. Buhabûna dolaran a li hemberî lîrayên tirk (TL) qirîza aborî zêde dike. Esnafên ku kirîn u firotina xwe bi dolaran dike, ji ber dolar li hemberî TL bi qîmet dibe, êdî zêde nikarin alav û amûran bistînin û neçar dimînin ku derabeyên dikanên xwe bigirin. Esnafên 1'emîn Herêma Pîşesaziyê ya Halkapinarê ya Îzmirê jî ji ber buhabûna dolaran êdî nikarin malzeme bistînin û nikarin kar bikin. Esnafên Herêma Pîşesaziyê diyar kirin ku ji ber dolar zêde bûn û heqê kêm zêde nebûye nikarin bixebitin û neçar dimînin ku dikanên xwe bigirin. Esnafan diyar kirin ku berê rewşa wan baş bû û kar dikirin, lê êdî ji ber nikarin wekî berê malzebe bistînin û nikarin wekî berê kar bikin mexdûr dibin û îflas dikin.