Ji ber laîktî xwest hate binçavkirin 2017-01-02 10:50:33 STENBOL - Endama Halkevlerî Ayşegul Başar a piştî êrîşa li dijî Reinayê bi hevalên xwe re li qahwexaneyan digeriya û ji bo laîktiyê banga têkoşînê dikir hat binçavkirin. Endama Halkevlerî Ayşegul Başar piştî êrîşa li dijî Reinayê ya li Ortakoy a Stenbolê bi komek hevalên xwe re li qahwexaneyan digeriya û ji bo laîktiyê banga têkoşînê dikir serê sibehê hat binçavkirin. Dîmenên ku ciwan duh li qahwexaneyan digerin û girîngiya laîkbûnê vedibêjin li ser twitterê îxbarî xeta Wezareta Karên Hundir hatibû kirin û binçavkirina ciwanan hatibû xwestin. Endama Halkevlerî Ayşegul Başar a ku dîmenan de cih digire hate hînbûn ku serê sibehê hate binçavkirin. Têkîldarî mijarê parlamenterê CHP'ê Bariş Yarkadaş got ku ji bo Başar 5 rojan dema binçavkirinê hatiye xwestin. Yarkadaş da zanîn ku Başar birine Qereqola Kulaksizê û wiha got: "Endama Halkevlerî û xebatkaran rojnameya Cumhuriyetê Ayşegul Başar a ku li ser twitterê hedef hatiye nîşandan û hate binçavkirin çavtirsandina kesên ku laîkbûnê diparêzin e."