Bekir Kaya kelepçekirî anîn edliyeyê 2016-11-17 19:23:32 WAN – Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bekîr Kaya ê ku danê sibehê hat binçavkirin, bi awayekî kelepçekirî anîn edliyeyê. Li Wanê, Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bekîr Kaya ê ku danê sibehê bi operasyonekê hat binçavkirin, anîn edliyeyê. Kaya yê ku di hilbijartinên herêmî yên 2014’an de ji sedî 52.11 deng wergirtibûn û bûbû hevşaredar, destên wî bi awayekî kelepçekîrî ew anîn. Kaya, piştî venêrîna tenduristiyî destên wî kelepçekirî, di bin tevdîrên ewleyiyeke berfireh de anîn edliyeyê.