Sînemager: Em dê bi hevre di ber xwe bidin 2017-01-02 11:51:54 STENBOL – Sînemagerên ku der barê wan de lêpirsîn vebûn, diyar kirin ku dê li dijî şer aştiyê biparêzin. Nivîskarê sînemayê Necatî Sonmez, diyar kir ku pêwiste li dijî êrîşan bi hevre têbikoşin. Akademîsyenên Ji bo Aştiyê di 11'ê Çileya 2016'an de deklerasyona "Em nabin şirîkê vî sucî" îmze kiribûn, der barê wan de lêpirsîn û doz hatibû vekirin. Pişti vê yekê hunermend û sînemageran piştgirî dan akademîsyenan û li dijî şer bertekên xwe anîn ziman. Piştî lêpirsîn li akademîsyenan hat vekirin der barê 433 hunermendan de jî lêpirsîn hat vekirin. Sînemagerên ku der barê wan de lêpirsîn û doz hat vekirin bertekên xwe anîn ziman. Sînemageran diyar kirin ku ew dê li dijî şer aştiyê biparêzin. EM DÊ LI PIŞT GOTINA XWE BIN Derhêner Zeynel Dogan, diyar kir ku di van şertên ku şerekî giran pêş ket û ew qas mirovan jiyana xwe ji dest da, gotina bê gtina “aştî" ye. Dogan anî ziman ku an dê bi hevre jiyanek xweş bijîn, an jî dê welat li hemûyan biherime. Dogan, bilêv kir ku pêwiste her kes li pişt gotina xwe raweste û ev lêpirsîn û dozên li wan tê vekirin nikarin wan ji têkoşîna wan dûr bixe." Hunermend Ahu Ozturk jî anî ziman ku gotina aştiyê ne suc e û wiha got: "Gotina aştiyê çawa dibe ku pesnê sûc bê dayîn. Ev tiştekî beradayî ye. Bê guman em dê li dijî şer aştiyê biparêzin. Em dê mirovên aştiyê diparêzin biparêzin." Sînemager Seray Genç jî anî ziman ku ew dê li dijî şer aştiyê pirarêzin û mirovên aştiyê diparêzin biparêzin." Nivîskarê Sînemayê lêpirsîna der barê Necatî Sonmez jî anî ziman ku demek dirêj e dixwazin vê hnewaya binçavkirin û girtinê wekî rewa û asayî nîşan bidin û wiha got: “Îktîdara niha ji bilî rejîm û fikrên xwe tu kesî qebûl nake. Dixwazin dengê her kesên dijberî xwe qut bike. Dengê cuda tevan digire û davêje girtîgehê." EM DÊ BI TÊKOŞÎNA HEVPAR DI BER XWE BIDIN Sonmez, herî dawî bal kişand ser gotina Rojnameger Ahmet Şik ê hat girtin û wiha got: "Di 15'ê Tîrmehê de darbekar têk çûn. Lê fikra wan serdest e. Vê feraseta darbekar piştî li dijî nivîskar, rojnameger, siyasetmedar û rêveberên ku dengê xwe xwe bilind kirin mekanîzmeya tundiyê xist meriyetê. Li bendê bû ku dê berê xwe binde hunermendan jî. Kesên niha bêdeng, bila li bendê bin ku dê dor bê wan jî. Ji ber vê yekê divê li dijî van êrîş û tundiya têkoşînek hevpar pêş bikeve. Divêem li dijî van êrîş û zextan bi hevre di ber xwe bidin."