Li gorî otopsiyê gule ji bedena yekî derbasî bedenek din bûne 2017-01-02 13:06:47 STENBOL - Yekemîn encama rapora otopsiya 39 kesên di êrîşa li dijî Navenda Şahiya Reina de jiyana xwe ji dest dan, aşkere bû. Li gorî raporê hin gule ji bedena kesekî derbasî bedena kesên din bûne. Ji yekê zêdetir gule li cenazeyan ketine. Gelekan ji wan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dane. Di 1'ê Çile de, li dijî Navenda Şahiyê Reina ya Ortakoya Stenbolê êrîş pêk hat, Di êrîşê de 39 kesan jiyana xwe ji dest dan û 65 kes birîndar bûn. Ji 39 kesên jiyana xwe ji dest dan cenazeyê 15 kesan hat wergirtin. Saziya Tipa Edlî rapora yekem aşkere kir. Li gorî rapora otopsiyê kesên jiyana xwe ji dest dane bi guleyan jiyana xwe ji dest dane. Hat diyarkirin ku gule aydî çeka otomotîk a çawa wê 7.62 ye. Li gorî raporê hin gule ji bedenekê derbasî bedena din bûne. Ji yekê zêdetir gule li cenazeyan ketine. Gelekan ji wan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dane. Li gorî raporê gule ji nêzîk ve hatine avêtin. Hin kes ji sînga xwe ve hin kesan ji serê xwe ve û hin kesan ji pişta xwe ve ji nêzîk ve bûye hedefa êrîşan. Ji ber ku hemû cenaze bi çavan tê naskirin pêdivî bi testa DNA'ye nehatiye dîtin. DERMANKIRINA BIRÎNDARAN DIDOMIN Ji 65 kesên birîndar bûne rewşa 4 kesan giran e. Dermankirina wan li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Etfalê û Nexweşxaneya Okmeydanî, İstinye, û New Hospitalê didomin.