Li Êlihê kesek hat girtin 2017-01-02 13:41:58 ÊLIH - Li Êlihê V.D. ê ku hate binçavkirin bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" hat girtin. Li Êlihê kesê bi navê V.D. ê ku duh di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin piştî karên fermî sewqî dozgeriyê hat kirin. V.D. ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Dadgehê der barê V.D. de bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" da û ew şandin Girtîgeha Tîpa M a Êlihê.