Şahidê bûyerê: Polîs piştî 20 deqîqe derbas bû hat 2017-01-02 14:23:13 STENBOL- Yusuf Kodat ê ku got di êrîşa li dijî Reinayê de xwe di nava kursiyan de veşartiye û xilas bûye wiha axivî: "Polîs piştî ku 20 deqîqe derbas bû hat. Kesên ku birîndar û xwîn winda kirin gelek bûn." Welatiyê bi navê Yusuf Kodat ê ku şeva sersalê di êrîşa li dijî Reinayê de xwe di nava kursiyan de veşartibû û bi vî rengî xilas bû hat ber Reinayê û ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dane qurnefîl danî cihê bîranînê. Kodat piştre li ber Reinayê daxuyanî da û diyar kir ku wî xwi nava kursiyan de veşartiye û bi vî rengî xilas bûye. Kodat da zanîn ku polîs piştî ku 20 deqîqe derbas bûye hatine cihê bûyerê û wiha axivî: "Di şevê de gelek kes hebûn. Hemû kesan hevdu tavdidan û hewl didan ku derkevin terasê. Min jî bazda. Polîs dereng hat cihê bûyerê. Piştî ku 20 deqîqe li ser bûyerê derbas bû polîs hat. Kesên birîndar û xwîn winda dikirin gelek bûn. Dengê çekan bênavber berdewam kir. Min di nava kursiyan de veşart û xilas bûm. Ez fikirîm ku çend kesan ev bûyer kirine. Piştre dema ku min di nûçeyan de bihist kesekî ez matmamî bûm." Kodat destnîşan kir ku dema êrîşê de kesên ku xwe avêtin deryayê jî hene. XWEDIYÊ REINAYÊ: TEDBÎRÊN EWLEHIYÊ HEBÛN Xwediyê Reinayê Mehmet Koçaslan jî duh di daxuyaniya nivîskî de wiha gotibû: "Nêzî 2 hefte ne li xeta Arnavutkoy-Bebek-Ortakoyê li xeta tengavê tedbîrên awrte hatibûn girtin li van noqteyan 24 saetan noqteyên sabît hatibûn danîn nobet dihat girtin. Ekîbên ewlehiyê yên peravê û li aliyê deryayê jî tedbîr hatibûn girtin. Ligel van tedbîrên ku emniyeta me girtiye jî ev bûyer qewimî."