‘Ozgur Gundem ji bo vî welatî qezencek mezin bû' 2017-01-02 14:39:38 STENBOL - Gerînendeyê Giştî yê Weşana Rojnameya Ozgur Gundemê Zana Kaya û Endama Lijneya Weşanê ya Rojnameyê Bilge Aykut Contepe derketin pêşberî dadgehe. Contepe di parastinê de diyar kir ku “Rojnameya Ozgur Gundemê ji bo vî welatî qezencek mezin bû." Gerînendeyê Giştî yê Weşana Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi biryara KHK'ê hat girtin Zana Kaya ku di 39'ê Kanûnê de serbest hat berdan û Endama Lijneya Weşanê ya Rojnameyê Bilge Aykut Contepe ku serbest dihat darizandin, derketin pêşberî dadger. Midûrê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya jî bi hinceta "maşîne û personel tune" neanîn dadgehê. Her çend heyeta dadgehê ji bo Înan Kizilkaya bê rûniştina dozê faks şand jî, banga dadgehê bê encam ma. Nivîskar û Endamên Lijneya Şêwirê ya Rojnameyê Necmiye Alpay û Asli Erdogan ên di 29'ê kanûnê de berbest hatin berdan jî wekî çavdêr beşdarî rûniştina dozê bûn. Ji Sefaretxaneya Swêd jî gelek kes beşdarî rûniştina dozê bûn. CONTEPE: EZ DARIZANDINA GUNDEMÊ ŞERMEZAR DIKIM Di destpêkê de Bilge Contepe ku bi îdîaya "Yekîtî û tevahiya dewletê perçe dike" û "Endamtiya Rêxistinê" tê darizandin parastin kir û got: “Rojnameya Ozgur Gundemê rojnameya azad a bi destûra dozgeriyê dihat derxistin. Rûpela wê ya derdorê hebû. Nûçeyên wê yên ekoloojî û tevgera derdorê digirt dest hebûn. Ger ku Rojnameya Mîlliyetê jî cih bida van nûçeyan min dê Şêwirmendiya Weşana wê jî bikiraya. Ji ber ku Rojnameya Ozgur Gundem wekî sûc tê darizandin ez darizandinê şermezar dikim. Ozgur Gundem ji bo vî welatî qezencek mezin bû. Min bi awayekî sembolîk di lijneya wê ya weşanê de cih girt." Heyeta dadgehê bi pirsa “Kê ji we xwest, We qet meaş girt?" bal kişand ser xwe. KAYA: LI DIJÎ HIQÛQÊ YE Zana Kaya jî parastin kir û diyar kir ku van tawanbariyên der barê xwe de qebûl nake. Kaya, anî ziman ku mafê azadiya ramanê wekî sûc hatiye dîtin. Bi tawanbariya endamtiya rêxistinê têm darizandin. Ev li dijî hiqûqê ye. Rojnamegerî ne sûc e. Nûçeçêkirin ne sûc e. Ger ku nûçe sûc be rojnamegerî jî sûc e. Xwest Asli Erdogan û Necmiye Alpay jî ji rûniştinê muaf be. ‘MUWEKÎLÊN ME KARÊN XWE NEKIRINE' Prz. Ozcan Kiliç, jî anî ziman ku girtîgeh nayê kişandin û xwest Înan Kizilkaya serbest bê berdan û wiha got: "Halê me yê em birevin tune ye." Prz. Erdal Dogan jî xwest qedexeya der barê muwekîlê wî de bê rakirin. Prz. Sennur Baybuga jî xwest biryara girtinê ya der barê Contepe de teblîgî wê bikin. Prz. Gulizar Tuncer jî anî ziman ku siyasetmedar û rojnamegerên îktîdarê rexne dikin tên girtin û wiha got: "Tu eleqeya van girtinan bi hiquqê tune ye." Heyeta dadgehê jî got. “Em derbasî îdîanameyê bibin, ger ku em têkevin nava azadiya çapemeniyê em nikarin ji nava wê derkevin." Li ser vêyekê Tuncer got: "Muwekilên me karê xwe nekirine. Ji ber pîşeyên xwe hatine girtin. Heyeta dadgehê piştî navberê daxwaza berdanê ya der barê Kizilkaya de red kir. Rûniştina dozê taloqî 14'ê Adarê kir. Derket holê ku di 16'ê Tebaxê de polîsan li ser biryara dozger a binçavkirinê li şûna Bilge Contepe kesek din binçavkiriye û jina hatiye binçavkirin 2 roj şûnde piştî dozger ferq kiriye serbest hatiye berdan.