Rojnamegerê nûçeya seydê çêkir rastî gefa mirinê hat 2017-01-02 14:52:57 DERSIM - Rojnameger û Nûçegîhanê Evrenselê Kemal Ozer ê neçîrvanên ku neçîra pezkoviyan kir nûçe rastî gefa mirinê ya neçîrvanan hat. Ozer, diyar kir ku ew dê parastina xwezayê berdewam bike. Li Dersimê Rojnameger û Nûçegîhanê Rojnameya Evrenselê Kemal Ozer, ji ber nûçeya neçîrvan û qedexeya neçîran çêkir, ji aliyê neçîrvan ve rastî gefa kuştinê hat. Rojnameger Ozer, diyar kir ku neçîrvan bi telefonê li wî geriya û gefê kuştinê li wî xwar û çêrên giran li wî kirin. Ozer, anî ziman ku 20 salin li Dersimê nûçegîhaniyê dike û wiha got: "Ez hewl didin ku xwezaya Dersimê biparêzim. Lê neçirvan armanc dikin vê hewldana min pûç bikin. Bi taybetî di vê demsala ku sewalên bejî yên di nava xwezayê de dijîn û di vê demsalê de li hev dibanin tê xwestin wan tune bikin. Neçirvan li gorî kêf û sewqa xwe neçîr dikin. Ji ber ku min nûçeya der barê qedexeya sewalan de çêkir ez rastî gefan hatim. GEF ME TÊK NABE Ozer, da zanîn ku di demên dawî de gelek gef li wî tê xwarin û wiha got: "Navnîşana mala me dixwazin. Li min digerin û dibêjin 'Emê werin te bikujin. Çêr dikin û neheqiyê li min dikin. Lê em dê her dem nûçeyên qedexeya neçîrê çêkin û em dê parastina xwezayê berdewam bikin. Em xwezaya xwe teslîmî tu kesî nakin. Em stuyê xwe li ber van gefan xwar nakin. Em dê bêtir xwezayê biparêzin." Ozer, destnîşan kir ku ne tenê li Dêrsimê li gelek bajarên herêmê neçîr tê kirin û bi qasî tê xwestin tedbîr û ewlehî nayê stendin.