Hevşaredara Başverîmliyê hat binçavkirin 2016-11-17 22:12:11 ŞIRNEX – Hevşaredara Bajaroka Başverîmliyê Rabîa Takas hat binçavkirin. Li Taxa Dîcleyê ya Silopiya Şirnexê di erdegiritna malê de Hevşaredara Bajaroka Başverîmliyê Rabîa Takas hat binçavkirin. Takas a ku nêzî saetê li mala wê lêgerîn hat kirin û pişt re hat binçavkirin, birin Muduriyeta Polîsan a Navçeyê. Mebesta binçavkirina Takasê nehat zanîn.