68 xwendekar li Sêwasê bi gaza xwezayî jahrînî bûn 2017-01-02 17:35:35 SÊWAS - 68 xwendekarên ku li Dibistana Bilind dixwînin ji ber gaza xwezayî jahrînî bûn. Xwendekarên jahrînî bûn rakirin nexweşxaneyê. Li Wargeha Keçan a Taybet a Dibistana Bilind ya Sêwasê 68 xwendekar ji ber gaza xwezayî jahrînî bûn. Xwendekarên li Wargeha Keçan a Taybet a Dibistana Bilind a li taxa Halil Rıfat Paşa ya Sêwasê ji ber gaza xwezayî jahrînîe bûn, rakirin nexweşwaneyê. 39 xwendekarên jahrînî bûn rakirin Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Cumhuriyetê (CU) û 29 xwendekar jî rakirin Nexweşxaneya Numune. Piştî muayineyê hat ferbûn ku xwendekar ji ber gaza xwezayî jahrînî bûne. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.