Ji bo 6 rojnamegerên binçavkirî dest bi hashtagê kirin 2017-01-02 17:39:15 STENBOL - Înîsiyatifa Ez Rojnameger im, ji bo 6 rojnamegerên di bin çavan de saet di 21.00’an de di medya civakî de a bi navê #30GünGözaltıİşkencedir didin destpêkirin. Înîsiyatifê bang li piştgiriyê kir. Înîsiyatifa Ez Rojnameger im, ji bo 6 rojnamegerên ku di 25'ê kanûna 2016'an de hatin mbinçavkirin û 9 rojin di bin çavan de ne, saet di 21.00’an de di hesabê twîtterê ya medya civakî de bi navê #30GünGözaltıİşkencedir didin destpêkirin. Înîsiyatifê ji bo 6 rojnaemgerên 9 rojin di bin çavan de ne bang li piştgiriyê kir. Înîsiyatifê xwest her kes piştgiriyê bide rojnamegeran. Midûrê Nûçeyan a Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a hat girtin Omer Çelîk, nûçegihanê DÎHA'yê Metîn Yoksu û Midûrê Karên Nivîsan ê Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Derya Okatan ên di çarçvey lêpirsîna li Stenbolê hatiye destpêkirin de, di 25'ê Kanûna 2016'an de hatin binçavkirin. Dema binçavkirina rojnamegeran heta 24'ê çileyê hat dirêjkirin. Ji bo Çelîk Yoksu û Okatan îtirazî Dadgeha Cezaya Sulhê ya Nobedar a Stenbolê hat kirin.