Li madenê hezaz: Karker di bin enqazê de ne 2016-11-17 22:28:41 SÊRT – Li Sêrtê li amdenekê hezaz pêk hat. Parlementera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca wiha daxuyand: “Li gor agahiyên bi dest ketin, 14 kes di bin hezazê de mane.” Li gundê Madenê yê navçeya Şîrwanê ya Sêrtê, li madeneke paxirî de hezaz pêk hat. Li gor agahiyên ewil, hin karker û wesayîtên kar di bin ehzazê de mane. Gelek ambulans û ekîbên lêgerînê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. JI PARLEMENTERA HDP’î DAXUYANÎ Parlementera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca di hesabê xwe yî Twîtterê de wiha daxuyand: “Li Şîrwanê li ocaxeke madenê hezaz pêk hat. Li gor agahiyên bi dest kestin, 14 kes di bin hezazê de mane. Birîndarek hat xelaskirin.”