Rojnamegerê got 'deng nedin AK Partiyê' rastî lêpirsînê hat 2017-01-02 19:57:20 WAN - Rojnameger Oktay Candemîr ji ber qunciknivîsa xwe ya “Bang ji sedî 50’an" ku ji hilbijêran xwest deng nedin AK Partiyê doz lê hat vekirin. Serdozgerê Komarê yê Wanê ji ber nivîsa Rojnameger Oktay Candemîr a bi navê “Bang ji sedî 50’an" ku ji hilbijêran xwest deng nedin AK Partiyê doz vekir. Serdozgerê Komarê yê Wanê piştî banga Serokomar Erdogan a "Seferberiya Neteweyî" der barê Rojnameger Candemîr de bi îdîaya nivîz li zerara her kesî ye, gel sor kiriye û tahrîkî dijminantiyê kiriye" lêpirsîn vekir. Candemir, di çarçoveya lêpirsînê de li Midûriyeta Polîsan a Tuşba îfade da.