Li Dersimê kesên hilbijartî neman 2017-01-02 21:11:28 DERSIM - Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Dersimê hat kirin, Alîgirê Serokê Şaredariyê Huseyîn Tûnç ê ew tenê li ser peywirê mabû jî, ji peywirê hat dûrxistin. Piştî Hevşaredarên Şaredariya Dersimê Mehmet Alî Bûl û Nûrhayat hatin girtin, Alîgirê Walî Olgûn Oner wek qeyûm tayînî şaredariyê hatibû kirin. Oner, Alîgirê Serokê Şaredariyê Huseyîn Tûnç ê ew tenê li ser peywirê mabû jî, ji peywirê girt. Bi dûrxistina ji peywirê ya Tûnç re, li Şaredariyê tu bijarteyên ji aliyê gel hatibûn hilbijartin neman.