Hevşaredar Bekîr Kaya hat girtin 2016-11-18 08:18:00 WAN - Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Bekîr Kaya hati girtin. Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Bekîr Kaya û mîmar Zelal Tanli yên ku duh di serdegirtina malên xwe de hatibû binçavkirin piştî îfadeya xwe ya emniyetê derxistin dozgeriyê. Şaredar Kaya û Tanli bi îdiaya "bi daxwaz û zanebûn alîkarî dane rêxistinê" sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgeriya Cezaya Sulhê ya Nobedar Der barê Kaya û Tanli de biryara girtînê da. Serokê Daîreya Karên Fenê M: Yalim Eryîgît, Serokê Daîreya Xizmeta Piştevaniyê Cuma Kuyluoglu û teknîkerê înşeatê Can Taylan jî bi şerta kontrola edlî hatin berdan.